Kişanak û Yuksekdag peyam ji jinan re şandin
Hevseroka Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag name ji jinan re şandin.
Hevseroka Şaredariya Amedê Gulten Kişanak û Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag name ji jinan re şandin.
Jinên ku di nav wan de nivîskar û nûçegihan jî hebûn li ber darên girtîgeha Kandira ku Hevseroka Şaredariya Amedê Kişanak jî lê dimîne çalakiyek kirin û qurdele bi daran ve kirin. Jinan navê ‘’Darên Azadiyê’’ li wan daran kirin ku qurdele bi wan ve kirin û gotin armanca wan ew e ku ew Nobeta Azadiyê ya ku li ber Bakirkoyê digirin bibin Kandirayê.
KIŞANAK: HEWLDANA MIROVÊN XWEŞIK JI HEMÛ DÎKTATORAN XURTIR E
Gulten Kişanak bi rêya parêzerên xwe peyam ji jinan re şand û got:
‘’Em di nobeyên azadiyê de yên li vir,Bakirkoy û Cumhuriyetê hev hîs dikin. Nobeta Azadiyê pêngaveke wêrek e. Hewldana van mirovên xweşik ji ya hemû dîktatoran xurttir e.’’
YUKSEKDAG: EM WEKE WAN DARISTANAN IN KU PIŞTA XWE DANE ÇIYAYAN
Her wiha parêzerên Yuksekdag jî peyama wê ji bo jinan ragihand. Yuksekdag di peyamê de wiha got:
‘’Nobedarên xweşewîst ên aştiyê di kîjan şert û mercan de bin jî em ê aştiyê biparêzin. Bila dilê me rehet be, em jî li vir di nobetê de ne. Em baş in, xema me nexwin. Weke darekê tenê û azad..Û pişta xwe dayî çiya, weke daristanekê ku çav daye ezmên’’