Di daxuyaniya Femmes Solîdaîres de hat bibîrxistin, ku par li Cizîrê 123 kes li jêrzemînên xaniyan hatin şewitandin, ku di nava wan de jin û zarok jî hebûn. Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, di demekê de ku têkoşîna gelê Kurd a li dijî çeteyên DAIŞ'ê ji aliyê tevahiya cîhanê ve tê silavkirin, li Tirkiyeyê ev zext û heqaret li Kurdan tên kirin û işaret bi qirkirina siyasî ya li dijî hilbijêran hat kirin.
Femmes Solîdaîres diyar kir, Hevserok û parlametnerên HDP'ê û bi dehan hevşaredar hatine girtin û got, "Bi tenê armanceke van êrîşan heye: Tinekirina tevgera Kurd e, ku di hedefa hikûmeta faşîzan a Erdogan de ye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, ku feraseta jinên Kurd a rêveberiya wekhev a li saziyan û têkoşîna wan a ji bo şoreşa civakî ya li nava saziyan mînak tên nîşandan û bal hat kişandin ser rola jinên Kurd di têkoşîna dijî DAIŞ'ê de. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Îro jî li dijî hikûmeteke ku dixwaze wan tine bike, têdikoşin. Lewma pêwîstiya wan bi alîkariyê heye." Femmes Solîdaîres ji bo jinên Kurd banga piştgiriyê kir.
Di daxuyaniyê de bang li Yekîtiya Ewropa (YE) û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin û hat gotin, "Ji bo zilma li demokratên Tirkiyeyî û gelê Kurd tê kirin bê qedandin, divê bi erka xwe rabin."
Femmes Solîdaîres di dawiya daxuyaniyê de diyar kir, ew piştgiriyê didin jin û gelê Kurd ku ji bo azadî, edalet û wekheviyê têdikoşin.