Li Baselê jinan ji bo Ocalan name ji CPT’yê re şandin
Jinên Kurd ên li Baselê dijîn, ji bo Ocalan name ji CPT’yê re şandin.
Jinên Kurd ên li Baselê dijîn, ji bo Ocalan name ji CPT’yê re şandin.
Li Basel a Swîsreyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 250 nameyên îmzekirî ji Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re hatin şandin.
Îmzeyên ku ji hêla Meclîsa Jinan a Ronahî Basel ve hatin berhevkirin ji CPT’yê re hatin şandin.
Jin hatin ber postexaneya Clara û bi dirûşmên ‘’Bijî Serok Apo’’ ketin hundir.
Piştre nameyên ku hatibûn amadekirin radestî xebatkaran hatin kirin.