Desteya Giştî ya Jinan a HDK’ê Zehra Eplî bi bîr anîn

Di Desteya Giştî ya HDK’ê ya 7. de Hevberdevkê HDK’ê Koçyîgît got, peywira jinan e ku berxwedanê geş bikin. HDK’ê Zehra Eplî ya dîlgirtî ku di Girtîgeha Gebzeyê de bedena xwe dayî ber agir û jiyana xwe ji dest danî, bi bîr anî.

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) îro li Enqerê Desteya Giştî ya 7. a HDK’ê pêk tîne. Hevseroka HDP’ê Yuksekdag peyamek şande Desteya Giştî ku li Navende Tum Bel Sen’ê pêk tê.

TUNCEL: JIN WÊ BI SER BIKEVIN

Di Desteya Giştî de peyama Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel hate xwendin. Tuncel di peyama xwe de got, ‘’Di vê serdemê de ku li ser têkoşîna jinê êrîşeke giran heye ez meclîsa we ya giştî slav dikim. Ez dixwazim bibêjim ku baweriya min heye jin wê biryarên hevlayên in pêşengî, ros û misyon û bi çoş û bi moral werin standin. Niha tam jî dema wê ye ku em jiyanê bi destê xwe ava bikin û li dijî vê tarîtiyê em helwestê nîşan bidin. Bi slav û hezkirinê. Jin wê bi ser bikevin, teqez wê bi ser bikevin.’’

Yuksekdag di peyama xwe vîn û berxwedana jinê pîroz kir û got ,’’Diyar e bê ka ‘Tirkiyeya Nû’’ ya qesrê çiye: dîktatoriya nû! Lê ji bo vê divê pêşî vîna jinan û berxwedana wan bişkîne. Vê baş dizanin. Em jin em ê destûra vê nedin. Jin hêza Jiyana Nû û avakirina wê ye. Em vê hêzê li her deverê, li kuçe, febrîka, girtîgehê, li meclîsê diafirînin û em ê biafirînin. Dema ku me bi jinî li ber xwe da em ê qet dev ji kenîna xwe ya jinane û hevgiriya jinane bernedin. Jin wê bi ser bikevin.’’

KONCA: NIKARIN ME ASTENG BIKIN

Hevseroka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgit û Berdevka Meclîsa Jinan a HDK’ê Besîme Konca axaftinek kirin. Konca got, ‘’Îro tevahiya rojê dîroka resene a jinê heye, têkoşîna jinê nû dest pê nekiriye. Em di dîrokê de hebûn, niha jî hene û em ê siberojê jî hebin. Dikarin deriyên saziyên jinan mohr bikin. Em jin li kuçu ne, têkoşîn in, meydan in, civak in. Nikarin qufleyê li me bixin.’’

EPLÎ HATE BIBÎRANÎN

Piştî ku nûnerên pêkhateyên HDK’ê yên jin axivîn, bi xwendina metnên ku Meclîs Jinan berdewam dike. 7. Desteya Giştî Zehra Eplî ya li Girgîheha Gebzeyê bedana xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anîn.