Dîlek Ocalan: Li dij şerê AKP’ê bibin yek

Parlemetera HDP’ê Dîlek Ocalan a ku di panela ji aliyê KJK’ê ve li Bîrecûk hate lidarxistin de axivî banga têkoşîna hevpar kir û got: “Divê em ji her demê bêhtir bixebitin.” Qisekeran bal kişand ser bilindkirin û xurtkirina sîtema demokratîk.

Di çarçoveya kampanyaya “Em xwedî li Rêbertîya xwe, axa xwe û azadiya xwe derdikevin” ji aliyê KJA’yê ve li navçeya Bêrecûk a Rihayê panelek hate lidarxisin. Di panelê de weke qiseker Parlementera HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Hevseroka DBP’ê ya Bajêr Yasemîn Kiliç, Endama Meclîsa Partiya DBP’ê Sevda Çelîk Ozbîngol, Endamê Meclîsa Giştî ya DBP’ê ya Bêrecîk Aliye Kizildamar beşdar bûn. Panel li avahiya HDP-BDP’ê ya navçeya Bêrecûk bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî sînevzîzyona ku bi mijarên xebatên KJA’yê hate nîşandan.

OZBÎNGOL: DIVÊ EM SÎSTEM DEMOKRATÎK MEZIN BIKIN

Ozbîngol, êrîş, zext û girtinên li ser KJA’yê şermezar kir. Ozbîngol wiha got: “Bila li bendê nemîne ku her tiştên ku navê wê hiqûq lê dikin qebûl bikin. Ew qanûn divê adil be û dema li gorî hinekan be wê demê pirsgirêke. Neçûyîna îfadeyê wî mafî nade ku bi zorê bibî û bigirî. Ev dij qanûnê ye û dij edaletê ye. Ev sîstem tinebûye, divê em sîstema demokratîk mezin bikin.”

KIZILDAMAR: SÎSTEMA HIŞMEDIYA MÊR E

Kizildemîr jî bal kişand ku dixwazin jinê ji jiyanê dûr bixin û hepsî malê bikin.Kizildemî diyar kir ku her roj jin tên qetilkirin û wiha anî ziman: “Hevserokên me hatin derbkirin û binçavkirin, bi girtina hevşaredarên me re sîstema hişmendiya mêrtiyê dixwazin pêk bînin. Ya ku dikeve ser milê me jinan li dijî sîstema kolekirinê sîstemekî demokratîk ava bikin û vê mezin û belavî hemû cîhanê bikin.”

OCALAN: 3 PARTIYAN LI DIJÎ HDP’Ê ŞER DA DESTPÊ KIRIN

Dîlek Ocalan jî îşaret bi wê yekê kir ku di demkî wisa re derbas dibin ku êrîş û zext di asta herî bilind de ne û got: “Hikûmata AKP’ê yak u şer li dijî jiyana hevpar a galan,jina û ciwanan daye destpêkirin, ji berê de hesabên vê yekê kiriye. Êdî vê zilmê hedê xwe derbas kirye. Saziyên jin û çandê û gelek dezgeh hatin girtin. Lê vê yekê baş dizanin ku em di nava çar dîwaran de jî û ji saziyên me ku hatin girtin ditirsein. Em wekîl êdî xebatên xwe yên di nava TBMM’ê de nakin û ev jî zelale bê me nikarin bikin. Li Yenîkapiyê 3 partiyan li dijî HDP’ê şer kir. MHP bi awayekî giştî radestî AKP’ê bûye û CHP jî nefesa xwe ya dawî dikişîne.”

Ocalan destnîşan kir ku divê her kes hevpar têkoşînê bide meşandin û wiha got: “Ji ber ku jin natirsin destpêkê darbe li têkoşîna azadiya jinê dan. Darbeya AKP’ê ya dûyem jî li Parlementoyê da. Têkoşîna me bi mafe û em ê heta dawiyê tê bikoşin.”

JI BO BAJARÊN HATIN HILWEŞATIN BANGA PIŞTGIRIYÊ HATE KIRIN

Di dawiya panelê de, Ji bo bajarên ku hatine hilweşandin banga piştgiriyê hate kirin. Hat diyarkirin ku pêdivî bi betenî,sobe,çaket, cil û bergên zarokan û alavên bingehîn ên jiyanê hene.