Meclîsa Jinê ya Şaredariyê genim çand
Meclîsa Jinê ya Şaredariya Dersîmê, piştî projeya 'Bostanê Xwezayî' dest bi çandina genim û ceh kir.
Meclîsa Jinê ya Şaredariya Dersîmê, piştî projeya 'Bostanê Xwezayî' dest bi çandina genim û ceh kir.
Meclîsa Jinê ya Şaredariya Dersîmê, piştî encamên erênî yên projeya 'Bostanê Xwezayî' ji bo li gundên Çîçeklî û Keykan ên ser bi navend Dersîmê genim û ceh biçînin, zend û bend ba da. Meclîsa Jinê ji bo li erdê ji sed donimî vê çandiniyê bike, destûr ji xwediyê zeviyan stand.
Hevşaredar Nûrhaya Altûn û Midûra Polîtîkayên Jinê ya Şaredariyê Ayten Kordû jî jin ziyaret kirin û karê çandiniyê li cih şopandin.