Li Elmanyayê jinek Kurd hat qetilkirin
Li bajarê Hochdrof-Assenheim ê Elmanyayê jinek Kurd a 48 salî ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Li bajarê Hochdrof-Assenheim ê Elmanyayê jinek Kurd a 48 salî ji hêla hevjînê xwe ve hat qetilkirin.
Li bajarê Hochdrof-Assenheim ê girêdayî eyaleta Rheinland-Pflaz a Elmanyayê, jina bi navê R. ya 48 salî ji hêla hevserê xwe yê 52 salî yê bi navê Ş. hat qetilkirin.
Navenda Jinê ya Utamara û Meclîsa Jinê ya Ronahî-Berîvan a Mannheîmê bi daxuyaniyekê qetlîama jinê şermezar kirin, bal kişandin ku li dijî zihniyeta zilamserwer û qetlîamker wê jin bi rêxistinbûyin û xweparastinê bibin bersiv.
Hate diyarkirin ku piştî karên otopsiyê cenazeyê R. ji hêla malbatê ve hat wergirtin û ji bo definkirinê ber bi gundê Çîçekan ê Bazarcixê ve derket rê.