YJŞ: Ji bo tolhildana jinên Êzîdî me pêngav da destpêkirin

YJŞ'ê da xuyakirin ku dest bi Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî kirine û banga piştgiriyê kir.

Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ) têkîldarî Pêngava Tolhildana Jinên Êzidî daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ku endama Meclîsa Leşkerî ya YJŞ’ê Viyan Şengal xwend, hat diyarkirin ku pêngav ji bo rizgarkirina jinên Êzîdî yên ku di dest çeteyên DAÎŞ’ê de dîlgirtî ne hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de ev hatin gotin;

"Zêdetirî du salan e bi ser fermana çeteyên hov ên DAIŞ'ê ku li hemberî Şengalê dane destpêkirin derbas dibe. Fermana bi ser me de pêk hatî, ji fermanên herî giran û zalimane yên vê serdemê bû. Di 3'yê Tebaxê de dayik, bav, xwişk, bira û zarokên me hatin qetilkirin. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin û li bazaran weke kole hatin firotin. Dest avêtin jinan. Her wiha êşkenceyên giran li wan kirin. Yên ku teslîmbûyîn qebûl nekirin, bi şêweyek hovane hatin kuştin û li ber çavê dinyayê hatin şewitandin. Gund û bajarên me hatin rûxandin û şewitandin. Gelê me ji ser xaka xwe ya pîroz neçarî koçberiyê hatin kirin. Li dijî me komkujiyekî ku em ê ti carî êşa wê ji bîr nekin, hat kirin."

‘HEYA EM JINÊN DÎLGIRTÎ RIZGAR NEKIN EM RANAWESTIN’

Me ji bo rizgarkirina jinên Êzidî yên di destê çeteyên DAIŞ'ê de dîlgirtî pêngava rizgarkirinê daye destpêkirin. Dema komkujiya hovane li hember me pêk dihat, yên ku em bi tenê hiştin û revîn çêbûn. Yên bi hewara me hatin tenê şervanên Rêber Apo bûn. Bi saya wan em ji tinebûnê rizgar bûn. Me bi saya wan cardin hêz û cesareta rabûna ser piyan û ji çeteyên DAIŞ'ê hesabpirsînê girt. Em ji 3'yê Tebaxa 2014'an û vir ve hêrsa xwe mezin dikin, xwe bi rêxistin dikin û ji bo tolhildanê şer dikin. Weke keçên azad ên Êzidîxanê me di hemû pêngavên ji bo rizgarkirina Êzidxanê û paqijkirina xaka xwe ji çeteyan de cih girt. Di vê demê de li herêmên ku YBŞ û YPJ'ê rizgar kirin, me weke YBŞ û YJŞ'ê bi saya têkoşîna xwe ya li dijî çeteyên DAIŞ'ê bi sedan jin û zarok ji destê çeteyan rizgar kirin. Lê, hê jî bi hezaran mirovên me di destê çeteyan de ne. Me jinên ku li bazarên Mûsilê weke kole tên firotin û keçên me yên Êzidî yên hatin şewitandin ji bîr nekirine. Em dizanin ku mirovên me yên ku di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne, her roj li benda rizgarbûyinê ne.  Em jî heya tola vê hilnedin û jinên me yên di destê çeteyan de hatine kolekirin rizgar nekin, ranawestin."