JIN
Hemû Nûçe
-
Serhad: Li dijî faşîzmê tevgera yekbûyî ya jinan hewce ye
Endama Koordînasyona PAJK'ê Ronahî Serhad got li dijî faşîzmê hewceyî bi tevgera jinan a yekbûyî û guherînên radîkal heye. -
TJK-E di 7'ê Îlonê de dest bi çalakiyên pêngavê dike
TJK-E wê çalakiyên destpêkê yên pêngava 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di 7'ê Îlonê de li gelek welatên Ewropayê pêk bîne. -
‘Jineolojî ji bo me tova azadî û xwenûkirinê ye’
Di navbera 29’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de kampa çanda dayikane li herêma Toskana ya Îtalyayê hate lidarxistin. Kampa îsal bi temaya ‘Zanista jinê’ hate lidarxistin. -
Hozat: Şer berhemeke metirsîdar a mejiyê mêr e
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat bi bîr xist, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1993'an û vir ve ji bo çareseriyê agirbestan radigihîne û got, "Şer berhemeke qirêj û metirsîdar a mejiyê mêr e. Li dijî jiyanê ye." -
Newaya Jin: Dinya li aştiya xwe digere
Hejmara meha Îlonê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta 'Dinya li aştiya xwe digere' hate weşandin. -
Surucu: Tirkiye roj bi roj ber bi şer ve diçe!
Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu got “Piştî daxuyaniya Rêzdar Ocalan li 3 bajarên Kurdistanê qeyyûm li ser şaredariyan hatin wezîfedarkirin û îradeya gel hate desteserkirin. Welat ber bi şer ve diçe.” -
KJK: Em bi hemû hêza xwe bimeşin ser faşîzmê û wê hilweşînin
KJK: Bi berxwedana li hemberî faşîzm, serweriya mêran, cînayetên li ser jinan û qetilkirina xwezayê em têkevin 1’ê Îlona 2019’ê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê. Em bi hemû hêza xwe bimeşin ser faşîzmê û wê hilweşînin. -
Rûken: Arinca serdemeke nû heye
Ji Koordînasyona KJK'ê Zerrîn Rûken got ew di demeke wiha de ne ku desthilatên klasîk, netew-dewlet, newekheviyên civakî têne lêpirsîn û li paş têne hiştin û diyar kir, '''Arinca zayina serdemeke nû tê jiyîn'' -
Dayik: Em şaredariyên xwe bi dest wan ve bernadin
Dayikên ku li dijî qeyûmên dagirker li eniya pêş in, gotin, ‘’Em ê li dijî vê neqhiyê li mal bêdeng neminin, em ê li kuçeyan têbikoşin û şaredariyên xwe bi dest wan ve bernedin’’. -
Coşkun: Li Kurdistanê mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye
Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye. -
Li Essenê qeyûm hate protestokirin
Li bajarê Essen ê Elmanyayê desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
TJA: Em ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin
Tevgera Jinan a Azad (TJA) ragihand ku wê bi kincên xwe yên gelêrî û laçikên spî tevlî mîtîngên Roja Aştiyê ya Dinyayê yên li Stenbol, Wan û Amedê bibin. TJA'yê ji bo tevlîbûnê bang kir. -
KJAR: Li dijî şidetê bi yekîtî têbikoşin û azad bibin
KJAR: Çawa ku pirsgireka jinê sinorên welatan derbaz kir û gerdunî bû, pêwîst e ji bo çareseriyê jî li asta gerdûnî têkoşîn bê dayin. -
Elmas Ozgul rehmet kir
Berxwedêra malbatên Girtîgeha Amedê Elmas Ozgul li Frankfûrtê rehmet kir. -
Yekîtiya Jinên Sosyalîst: Rojava bûye kabûsa wan!
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê diyar kir ku AKP û MHP’ê Rojava ji xwe re kirine hedef û banga têkoşîna hevgirtî kir. -
Desteserkirina şaredariyan li Kranîkûtê hate şermezarkirin
Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li navçeya Kranîkût a Rûsyayê hate şermezarkirin. -
Li Parîsê qirkirina jinê hate şermezarkirin
Li Fransayê 97 jinên ku ji 1'ê Çileyê ve ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn û polîtîkayên femînîcîde hate şermezarkirin. -
Li Îtalyayê kampa Jineolojiyê ya 6’emîn hate lidarxistin
Li Îtalyayê ev serê du salan e kampên Jineolojiyê tên lidarxistin. Jin di kampa dawîn de ya di 19-25’ê Tebaxê de hatin ba hev. -
Çand û jiyana zozanan bi pêşengiya jinê didome
Li zozanê Mergabuteyê ku bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye, çand û jiyan bi pêşengiya jinê didome. -
Dîlok: Beriya her tiştî divê Kurd di nav xwe de hişekî ava bikin
Dîlok: Li hember civaka Kurd her roj derbe heye ji ber ku AKP û MHP dewletek faşîst e û li hemberî civaka me û xwesteka jiyana azad civaka me derbeyan dike. Mirov tenê bi navê derbeya 19’ê Tebaxê bi nav bike, ev têra vegotina faşîzma Tirk nake. -
Tûgan a ku 28 sal şûnde gihişt kurê xwe, rehmet kir
Semîha Tûgan a ku kurê wê Serhat Tûgan 28 salan di girtîgehê de bû, piştî ku kurê wê hate berdan, rehmet kir. -
Erzîncan: Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinê
Besê Erzîncan: Bêguman di serkeftina vê pêngavê de têkoşîna hevpar a jinê girîng e, yek ji armanca vê pêngavê jî ew e ku ev hevkarî were avakirin. Ji ber ku sedsala 21’ê herî pir jî wê bibe sedsala azadiya jinê. -
Jinên ku li dijî faşîzmê têkoşiyan çima nayên bîranîn?
Di têkoşîna dijî faşîzma Hîtler de tevî rola jinan girîng e, berxwedêrên jin heta niha bi têrkerî nehatine bîranîn. Parlamentera Elman Elisabeth Motschmann ji bo vê rewşê biguherîne dest bi însiyatîfekê kir. -
Endama MYK a HDP’ê Ertaş hate destgîrkirin
Endama MYK a HDP’ê Hulya Ertaş li Amedê hate destgîrkirin. -
Jinan qeyûm protestokirin: 23 kes hatin destgîrkirin
Endamên Platforma Hêza Yekîtiya Jinan xwestin li Beşîktaşê qeyûman protesto bikin. Polîsan êrîşî jinan kirin, nûçegihana rojnameya Taylan Ozgur Gelecek Ozgur Oztaş jî di nav de 23 jin bi lêdanê destgîrkirin.