Çand û jiyana zozanan bi pêşengiya jinê didome

Li zozanê Mergabuteyê ku bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye, çand û jiyan bi pêşengiya jinê didome.

Jinên ku jiyana li zozanên Colemêrgê bi piştevaniyê didomînin û karên xwe jî bi vî rengî dikin, dibêjin ku ew li zozanan aram in.

Zozanê Mergabute bi 12 kîlometreyan dûrî navenda bajarê Colemêrgê ye. Jiyan li vê derê cuda ye. Jin serê sibehê piştî ku heywanên xwe ji bo çêrandinê dişînin çiyê dest bi kar dikin. Sibehê çêlekan didoşin, dema nîvro beriya hatina pez sîtilên ji bo şîr amade dikin, piştre şîr dikelînin, dikin mast, penêr û rûn.

STRAN Û GOVEND NEBE NABE

Jinan ku li zozanan ji xwe re jiyanek afirandine, dema ku li benda hatine pez in govendê digerînin, distirên. Nîvro jî pezê xwe bi hev re didoşin. Hevserên wan jî eger ne şivan bin hingî li navenda bajêr an jî gundan kar dikin an jî çandiniyê dikin.

ARAMÎ LI ZOZANAN E

Hecî Nesîbe Îhtiyatoglû ya 70 salî dibêje, ew aramî û kêfxweşiyê li zozanan dibîne. Îhtiyatoglû diyar dike ku çar mehan li zozanan dimîne û dibêje, "Zozan ji bo me jiyan e. Em li vê deverê di nava xwezayê de ne. Berhemên me yên li vê deverê tên amadekirin xwezayî ne, xwedî tenduristiyeke baş in. Em beşek ji wan difiroşin, beşekê jî ji bo malbata xwe amade dikin. Zivistanê jî em xwe bi wan xwedî dikin. Em nabin hewcedarê kesî û bi vî rengî jiyana xwe didomînin."