Newaya Jin: Dinya li aştiya xwe digere

Hejmara meha Îlonê ya rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin bi manşeta 'Dinya li aştiya xwe digere' hate weşandin.

Di hejmara 174'an a rojnameya heftane ya Newaya Jin de şer û polîtîkayên tundiyê yên li Tirkiye, Rojhilata Navîn û dinyayê hatin bibîrxistin û işaret bi berxwedana gel û jinan a li dijî van polîtîkayan hate kirin.

Rojnameyê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê, bi Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat re hevpeyvînek kir. Hozat bi bîr xist ku desthilatdariya AKP'ê nirxên Tirkiyeyê hemû têk bir û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêwîstî bi têkoşîneke xurt a demokrasî û aştiyê heye.

'AŞTIYA ROJHILATA NAVÎN AŞTIYA DINYAYÊ YE'

Di hejmara meha Îlonê ya rojnameyê de her wiha beşek ji hevpeyvîna Partiya Komunîst a Jinûve Avabûnê ya Îtalyayê ya bi Rêberê Gelê Kurd Ocalan re di sala 1998'an de kiribû weşand. Ocalan di wê hevpeyvînê de gotibû, "Aştiya-Kurd Tirk cewhera aştiya Rojhilata Navîn e; aştiya Rojhilata Navîn jî aştiya hemû herêmê û tevahiya dinyayê ye."

Rojnamevan Hacer Altûnsoy jî dosyayeke lêkonînê ya der barê tecrûbeyên hewldanên aştiyê yên jinan ên li dijî şer amade kir.

Nazan Ustundag jî pirtûka "Diyalogên avakirina jiyana azad" ên ku ji nirxandin û nêrînên Ocalan pêk tên da nasîn.

'JI BO GUHERTIN Û AZADIYÊ TU JÎ RABE SER PIYAN'

Kampanya "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji aliyê nivîskar Gonul Kaya û rojnamevan Gulîstan Çiya Îke ve hate şîrovekirin.

Ji nivîskarên nû yên Newaya Jin Gulîstan Çiya Îke heman mijar ji rûpela Kurdî re jî nirxand û bal kişand ser girîngiya rêxistiniya civakî û guhertinê.

Nivîskar Zerya Gul zanistiya jinê jineolojî nirxand. Nesrîn Navdar jî bal kişand ser şaredariya jinê, xwerêveberiyên herêmî û girîngiya meclîsên demokratîk û şaredariyan ên di nava demokratîkbûna welatekî de destnîşan kir.

Di hejmara Îlonê de gotara "Biyanîbûn" a Çarçel Engîzek, dosya lêkolînê ya Dersim Denîz a der barê desteserkirina mafên jinan li Îranê û gotara Zeynep Mûrad a der barê têkoşîna dîrokî ya jinên Feylî hatin weşandin.

Di rûpela civakî-jiyanê de jî Melsa Mûş  der barê berçem Firat de nivîsa bîranînê weşand ku 22'ê Gulana 2015'an jiyana xwe ji dest dabû.