Komkujiya Sirînê li kampa Girê Spî hate şermezarkirin
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê ji heman malbatê sê kes qetil kir, bi sedan koçberên li kampa Girê Spî çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker li Sirînê ji heman malbatê sê kes qetil kir, bi sedan koçberên li kampa Girê Spî çalakiya şermezarkirinê lidar xistin.
Balafirên şer ên dewleta Tirk 11'ê Çileyê roja Şemiyê li gundê Meşrebê yê Sirînê bombe li malekê barandin. Di encama êrişê de ji heman malbatê 2 jê zarok 3 kes şehîd bûn, 5 kes jî birîndar bûn.
Bi sedan koçberên li kampa Girê Spî ji bo şermezarkirina vê komkujiyê û piştgiriya bi QSD'ê re ku li hemberî dagirkeran li ber xwe dide, meşek lidar xistin.
Şênî ji qada sereke ya kampê heya qada Pêşwazîkirinê meşiyan.
Di meşê de alên QSDˈê, wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsên silavkirina berxwedana QSDˈê hatin hildan. Dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê " û "Na ji dagirkeriya Tirk re" jî hatin berzkirin.
Girese li Qada Pêşwazîkirinê ya li kampê sekinî. Li vir Hevserokê Meclisa Bajarê Eyn Îsa Sebrî Nebo axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.
Sebrî Nebo bi bîr xist ku komkujiya li Sirînê hemwextî salvegera 12ˈan a komkujiya li Parîsê ya li dijî têkoşer Sakîne Cansîz, Leyla Şaylamez û Fîdan Dogan pêk hat.
Sebrî Nebo berxwedana QSDˈê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê silav kir û piştgiriya xwe bi şervanan re nîşan da.
Çalakî bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana QSDˈê", "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana Bendava Tişrînê" bi dawî bû.