TJA: Em ê bi laçikên xwe yên spî li qadan bin

Tevgera Jinan a Azad (TJA) ragihand ku wê bi kincên xwe yên gelêrî û laçikên spî tevlî mîtîngên Roja Aştiyê ya Dinyayê yên li Stenbol, Wan û Amedê bibin. TJA'yê ji bo tevlîbûnê bang kir.

TJA'yê bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Dinyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku êrîşên mîlîtarîst û faşîzan ên serdestan ên li Rojhilata Navîn bandorê li jin û zarokan dikin û hate gotin, "Bi giranbûna şer re zext û êrîşên li dijî gelan û jinan jî dijwartir bûn. Di vê demê de ku Roja Aştiyê ya Dinyayê nêz e, îrade hate desteserkirin, tundiya li jinan hîn giran bû."

TJA'yê diyar kir, ku wê bi kincên xwe yên gelêrî û laçikên spî tevlî mîtîngên Roja Aştiyê ya Dinyayê yên li Stenbol, Wan û Amedê bibin. TJA'yê ji bo tevlîbûnê bang kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Banga me li jinan û têkoşerên demokrasiyê ye ku ji bo aştiyeke bi rûmet û demokratîk em li qadan li hev kom bibin."