Yekîtiya Jinên Sosyalîst: Rojava bûye kabûsa wan!

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê diyar kir ku AKP û MHP’ê Rojava ji xwe re kirine hedef û banga têkoşîna hevgirtî kir.

Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Ewropayê îro bi navê ‘Wê berxwedan bi ser bikeve’ daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin.

“Bloka faşîst a AKP û MHP’ê di Tirkiyeyê de di nav krîzeke mezin de ne û bi plana şer dixwazin ji vê rewşê rizgar bibin. AKP û MHP’ê berê çekên xwe dane Rojava û xwe amade kirine. Bi planên êrîşê re hewl didin ji krîzê derkevin.

AKP û MHP’ê ya ku hesabên wê yên li ser Rojava hev nagire, qeyyûman li ser şaredariyan peywirdar dike û barbariya xwe ya faşîst didomîne.

Desthilatdariya faşîst a AKP’ê qîma xwe bi êrîşên qeyyûman nayne û ji bo operasyonên derveyî sînor amadekariyan dike. Bi vê plana êrîşê re dixwaze şoreşa jinan a li Rojava têk bibe, ji ber ku destkefiyên jinan ên li Rojava bûne kabûsa wan.

Tişta ku tevî çeteyên DAÎŞ’ê nikaribûn bikirana dixwaze bi êrîşên leşkerî yên li ser Rojava bikin. Ji ber ku dizanin serkeftina şoreşa Rojava tê wateya şoreşên herêmî yên Tirkiye û Rojhilata Navîn jî.

Şoreşa Rojava dema ku qonaxa xwe ya avakirinê qedand wê bibe destpêka şoreşeke herêmî jî û ji gelên din re bibe mînak. Ji ber vê jî emperyalîst û rejîma faşîst a Tirkiyeyê ji vê rewşê ditirsin.

Divê li hemberî van êrîşên faşîst ên bloka AKP û MHP’ê em xeta têkoşîna hevpar ava bikin. Pêşîlêgirtina van êrîşan peywira hemû welatparêz, şoreşger, demokrat û gelan e. Li her dera ku em lê dijîn divê em li hemberî van êrîşan têbikoşin.”