Surucu: Tirkiye roj bi roj ber bi şer ve diçe!

Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu got “Piştî daxuyaniya Rêzdar Ocalan li 3 bajarên Kurdistanê qeyyûm li ser şaredariyan hatin wezîfedarkirin û îradeya gel hate desteserkirin. Welat ber bi şer ve diçe.”

Parlementera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu desteserkirina qeyyûm ji ANF’ê re nirxand.

Surucu got ku “Şaredariyên me yên Amed, Wan û Mêrdînê desteser kirin. Ji ber ku şaredarî hatine desteserkirin em li Mêrdînê li ber xwe didin. Em li hemû navçeyên Mêrdîn geriyan. Li Qoser û Nisêbînê me daxuyanî da. Em her roj li Parka Karayollari saet di 11.00’an de çalakiya rûniştinê li dar dixin. Ev desthilatdarî naxwaze dengê me derkeve. Nahêle ku çapemenî û nûçegihan nêzî me bibin. 5 hevalên me yên rojnameger hatin destgîrkirin. Piştî ku rojnameger hatin destgîrkirin, me parlementeran dîmen qeyd kirin û li raya giştî par ve kir. A niha jî walî li bajêr çalakî û daxuyanî qedexe kiriye. Walî bi xwe qeyyûm e. Walî îradeya vî gelî desteser kiriye û pê re jî çalakiyên demokratîk qedexe dike.”

‘TIRKIYE BER BI ŞER VE DIÇE’

Surucu diyar kir ku Tirkiye ber bi şer ve diçe û got “Wekî ku tê zanîn ji zû ve ye li ser rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdek hebû. Di navbera salên 2013-2015’an de bi Ocalan re hevdîtin dihat kirin û li Tirkiyeyê pêvajoya aştiyê hatibû destpêkirin.  Lê mixabin AKP hebûna xwe bi şer didomîne. Ji ber jî li Amedê di 5’ê Hezîrana 2015’an de bombe hate teqandin û qetlîama Sûrûcê çêbû. Bi vî tiştî re pêvajoya aştiyê bi dawî bû.

Piştre li hemberî tecrîda li ser rêzdar Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven grevên birçîbûnê hatin destpêkirin. Di girtîgehan de 9 kesan çalakî li dar xistin. Piştre tecrîda li ser rêzdar Ocalan piçekî şikest û hevdîtin hatin destpêkirin. Rêzdar Ocalan jî di hevdîtina dawîn de gotibû ‘Ez ji bo aştiyê amade me. Ez dikarim aştiya Tirkiyeyê pêk bînim’ Piştî ku rêzdar Ocalan ev daxuyanî da, li 3 bajarên Kurdistanê qeyyûm hate wezîfedarkirin û îradeya gel hate desteserkirin.

‘WÊ BANDORA XWE LI HER DERÊ ÇÊBIKE’

Desthilatdarî  wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Îro kaosa ku tê kirin bi tenê nayê serê Kurdan. Wê bandora vê kaosê li Stenbol û Enqereyê jî were kirin. Ji ber vê jî  divê hêzên demokratîk nerazîbûnê nîşanî desteserkirina îradeyê bidin. Di 31’ê Adarê de hilbijartin hate kirin di 1’ê Nîsanê de biryara wezîfedarkirina qeyyûm hate dayîn. Hê 24 saet ji ser wê derbas nebûye, biryara desteserkirinê hatiye dayîn.

Divê biryara wezîfedarkirina qeyyûman bi paş ve were kişandin û şaredariyên Amed, Wan û Mêrdîne teslîmî îradeya gel were kirin.  Desthilatdarî dijminatiya jinan jî dike. Yek ji sedema wezîfedarkirina qeyyûm jî pergala hevşaradariyê ye. Hevşaredarî ji rêziknameya partiya me de heye lê îro êrîşî destkeftiytên jinan tê kirin.”

EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE LI BER XWE BIDIN

Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu di dawiya axaftina xwe de got ku “Em parlementerên HDP’ê û tevgera jinên azad heta dawiyê em ê li dijî pergala faşîst li ber xwe bidin.  Bi hêza gel, jin û ciwanan, em ê bi berxwedana xwe bi ser bikevin.”