‘Jineolojî ji bo me tova azadî û xwenûkirinê ye’

Di navbera 29’ê Tebaxê û 1’ê Îlonê de kampa çanda dayikane li herêma Toskana ya Îtalyayê hate lidarxistin. Kampa îsal bi temaya ‘Zanista jinê’ hate lidarxistin.

Kamp ev 4 sal in tê lidarxistin. Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê bi mijara sereke û bi taybet hate vexwendin. Di kampê de tevî 45 jinan nîqaş li ser Jineolojiyê hate kirin.

Endama Komîteya Jineolojî ya li Ewropayê Necîbe Qeredaxî di destpêkê de li ser rêbaza Jineolojiyê mijara xwe pêşkêş kir. Qeredaxî qala rêbazên feraseta desthilatdarî, dewlet û sermayedariyê û qala hewldana şikandina çanda dayikan kir. Li ser pirsên beşdaran qala rêbaza perwerdehiya civakî kir û qala guherandin û veguherandina kesayetiyê hate kirin. Di vê pêşkêşiyê de bi mînakan qala Tevgera Azadiyê ya Kurd hate kirin.

Jinên Îtaliyan di nîqaşan de rexnedayîna xwe diyar kirin û bal kişandin ser vî tiştî ku wan nekarîna parçebûna di nav xwe de rakin.

Di beşa dawîn a kampê de nivîskara femînîst Danîala Bîlgîrî got ku “Ez bi heyranî li tezên Abdullah Ocalan dinihêrim û dibînim ku ew karekî bi heybet dike. Wî tevgereke mezin a azadiyê ava kiriye , him jin û him jî mêr xistiye nav lêgerîna azadiyê. Em tevgerên femînîst bi qasî wî bi ser neketine.”

Di kampê de jineke bi navê Katî jî got ku “Jineolojî encama şoreşê jinê ye û ji bo me jî tovê azadî, têkoşîn û xwenûkirinê ye.”

Di bidawîna kampê de jinên Îtalyan bang kirin ku divê ew piştgiriyê bidin têkoşîna gelê Kurd.