TJK-E di 7'ê Îlonê de dest bi çalakiyên pêngavê dike

TJK-E wê çalakiyên destpêkê yên pêngava 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di 7'ê Îlonê de li gelek welatên Ewropayê pêk bîne.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) di 19'ê Tîrmehê salvegera Şoreşa Rojava de bi şiyara "Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan" dest bi pêngaveke nû kiribû. Çalakiyên destpêkê yên pêngavê wê li gelek welatan di 7'ê Îlonê de pêk werin.

TJK-E'yê der barê meş û çalakiyan de daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, "Li Bakur di şexsê şaredariyên HDP'î de desteserkirina îradeya gel, li Rojava û Başûr jî planên dagirkeriyê di dewreyê de ne. Dewleta Tirk ku hostayê DAÎŞ'ê ye bi heman rê û rêbazan dixwaze Heskîfa 12 hezar salî ku mîrateya mirovahiyê ye ji holê rake, nêzî 100 hezar mirovî ji warê wan koçber bike û bi vî rengî cografya Kurdistanê ji mirovan xalî bike.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, heta ku pirsgirêkên civakî neyên çareserkirin wê guhertineke bingehîn û azadiya rasteqîn pêk neyê û hate gotin, "Hêza rêxistinî ya jinan temînata asta azadiyê ya civakê ye. Em zanin ku li dijî vê sîstema ku jin û civak dorpêç kiriye wê jin û civak a xwedî biryardariya guhertin û azadiyê ne, rêya rizgariyê biafirînin.

Pêngava me 'Ji bo guhertin û azadiyê tu jî rabe ser piyan' di heman demê de pêngaveke avakirina civakî ye. Çalakiyên destpêkê yên pêngava me wê di 7'ê Îlonê de li gelek welatên Ewropayê bi meşan dest pê bikin."

Di daxuyaniyê de bang li jinan ên xwedî biryardariya azadiyê ne, femînîstan, antîkapîtalîstan, sosyalîstan û demokratan hate kirin, ku tevlî çalakiyên 7'ê Îlonê bibin û deng û hêza xwe bikin yek. Dem ew dem e ku jin hêza xwe nîşan bide."

Li gorî daxuyaniyê bernameya çalakiyan wiha ye:

6'ê Îlonê
Viyana
Platz der Menschenrechte
Saet: 18:30

 7'ê Îlonê
Köln
HBF
Saet: 13.00

Frankfurt
HBF
Saet: 14.00

Londra
Excel Centre
Saet: 11:00

Basel
Claramatte
Saet: 15:00

Paris
Place de la République
Saet:17:00

Marsilya
Kanabier
Saet: 18:00

Rennes
Colombier den Republiqe
Saet 16.00

Stockholm
Odenplan
Saet 15.00

Kopenhaag
Nytorv København
Saet: 13 00

Helsinki
Meri-rastilantie 24
Saet: 17:00

Melbourne
State Library
Saet: 16:00

Celle
Saet: 13.00
Unterlüß Bahnhof/ Celle