Coşkun: Li Kurdistanê mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye.

Gelê Wanê ev 11 roj in li dijî dagirkeriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê çalakiyên şermezarkirinê li kolanan lidar dixin. Ji roja destpêkê ve polîs bi awayekê pir tund mudaxileyî çalakvanan dikin. Di çalakiyan de, Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek kes hatin derp kirin û gelek jê hatin binçavkirin.

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun ku di nava çalakiyan de cih digire, polîtîkayên AKP-MHP’ê yên qeyûm û êrîşa polîsan ya li dijî gel nirxand.

Parlementera HDP’ê ya Mûşê Şevîn Coşkun da zanîn ku li Tirkiyeyê hiqûq ji holê hatiye rakirin û mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye. Çoşkun anî ziman ku bi vê derbeya sîyasî îradeya mîlyonan hatiye desteserkirin û li gel vê jî yekê jî kesên xwedî li îradeya xwe derketin jî polîsan derb li wan dane.

‘VÎNA MILYONAN HATE DESTESERKIRIN'

Çoşkun da zanîn ku di sala 2015’an de li dijî siyaseta Kurd mekanîzmaya darbeyê sazkar bûye û wiha axivî: “Di derbeya 2015’an de destpêkê hevşaredar, wekîl û hevserokên me yên giştî hatin girtin û pêla destgîrkrinê ya li dijî Kurdan dest pê kir. Divê demê de gelek sazî û dezgehên me hatin girtin. Derbeya ji aliyê AKP’ê ve hat pêk anîn destpêkê saziyên jinan girtin û destkeftiyên jinan ji bo xwe kirin hedef. Di hilbijartina 31’ê Adarê de armanca me ya sereke li Kurdistanê em qeyûman paqij bikin û li Tirkiyeyê jî li rejîma faşîst ya AKP-MHP’ê bidin winda kirin. Ev stratejiya me bi serket. Piştî çar mehan û vir de rejîma faşîst ya ku xwe li serkeftina me negirt, dest bi polîtîkaya qeyûm û êrîşkirinê kir. Di 19’ê Tebaxê de jî mekanîzmaya darbeyê sazkar bû û Hevşaredariyên Başarên Mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywîrê girtin û li dewsa wan qeyûm tayîn kirin. Bi vê derbeya sîyasî îradeya mîlyonan kesan desteser kirin û li gel vê jî kesên xwedî li îradeya xwe derketin jî derb li wan dan. Bi vê derbeyê tifaqa faşîst ya AKP-MHP’ê xwest tolê ji gel rake.”

‘BIRYARA QEYÛMAN SÛCE E'

Çoşkun destnîşan kir ku ku pêkanîna qeyûman, înkarkirina erka xwe ya siyasî ye û  anî ziman ku dagirkeriya qeyûman tasfiyekirina sindoqan e. Çoşkûn wiha axaftina xwe dom kir: “Em careke din bang dikin ku dibêjin, biryara qeyûman sûc e û divê desthilatdarî ji biryara xwe vegere û divê hevşaredarên me li erka xwe vegerin. Wê ev yek ji bo Tirkiyeyê karesateke mezin bîne û ev biryar ne di xizmeta civaka Tirkiyeyê de ye. Tevahiya Tirkiyeyê dît ku bê dengê Kurdan tu tişt li Tirkiyeyê sererast nabe. Şaredariyên me bi kedek mezin ya gelê me hate bi destxistin û em ê keda gelê xwe ji tu kesê re nehêlin. Şaredarî me ji enkazê dewr girtin û bi rêjeyek bilind dibin deynan de ye. Ji bo ku dizî û nelêritiya AKP’ê neyê dîtin dîsan qeyûm tayîn kirin.”

 ‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ QEYÛM DERKEVE’

Çoşkun bilêv kir ku ji roja destpêkê ve bertekên li dijî dagirkeriya qeyûman zêde ye û ev tişt got: “Divê ev bertek tenê bi Wan, Amed û Mêrdînê bisînor nemîne. Qeyûm tenê tayînî ser şaredariyên HDP’ê nekirine. Wê tayînî her deverekê bikin. Heta ku serokomar gef li Enqere û Stenbolê jî xwar. Wê demê divê her kes li dijî qeyûman înîsiyatîf û vîna xwe nîşan bide. Em ne mecbûr in çavkaniyên xwe bidin van talanker û dizekan. Em ê heta dawiyê hemû mafên xwe yên rewa bikar bînin. Em li kêleka gelê xwe li dijî dizan û derbekaran rawestin. Em ê vîna xwe tu carê radestî dizan nekin. Hevşaredar Bedîa Ozgokçe Ertan û Mustafa Avci cihê xwe di dilê gelê Wanê de çêkir û herdem ew ê hevşaredarên vî bajarî bin.”

‘LI DORA HEVŞAREDARÊN JIN BIBIN ZINCÎR’

Coşkun banga têkoşinê li jinan kir û bi van gotinan axaftina xwe dawî anî: “Em modela desthilatdariyê qebe û dagirker pênase dikin. Desthilatdarî li ser pergala yekperistiyê rêveberiya xwe ava dike. Modela hevserokatiyê li dijî pergala dewletê ya zilam di nava civakê de nêrînê diguherîne. Modela hevserokatiyê li dijî ne wekheviya zayendiyê cudahiyê diafirîne. Ev modela hevserokatiyê tenê ji bo jin û zilaman e. Di heman demê ev model ji bo çand, dîn, ziman û neteweyên cuda ye. Ji ber ku ev model civakê himbêz dike, îxtidar êrîşî modela hevserokêtiyê dike. Divê hê bêhtir xwedî li hevşaredarên jin were derketin. Divê her kes li gel hevşaredara bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan û hemû hevşaredarên jin cihê xwe bigre û li dora wan bibe zincîr. Divê li dijî tifaqa faşîzma AKP-MHP’ê cihê xwe bigrin.”