Dîlok: Beriya her tiştî divê Kurd di nav xwe de hişekî ava bikin

Dîlok: Li hember civaka Kurd her roj derbe heye ji ber ku AKP û MHP dewletek faşîst e û li hemberî civaka me û xwesteka jiyana azad civaka me derbeyan dike. Mirov tenê bi navê derbeya 19’ê Tebaxê bi nav bike, ev têra vegotina faşîzma Tirk nake.

Endama Komîteya Navendî a PKK’ê Dilzar Dîlok pêvajoya niha ji bo radyo Dengê Welat nirxand. Mijarên darbeya siyasî ya 19’ê Tebaxê ku li ser şaredariyên HDP’ê ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin, dîsa li hember vê berxwedana gel û berxwedana gerîlla nirxand.

Endama Komîteya Navendî ya PKK’ê Dilzar Dîror wiha ji Radyoya Dengê Welat re axivî:

Di 19’ê tebaxê li hember şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê dewleta Tirk ya faşîst û qirker derbeyek siyasî bi pêşxist. Em pêvajoyê dişopînin û weke derbeya 19’tebaxê tê binav kirin lê belê em dikarin li dîroka dewleta Tirk meyze bikin ku dîroka wê û bi taybet di pêvajoya deshiladariya AKP’ê û MHP’ê de bi derbeyan tije ye. AKP’ê û MHP’ê bi derbeyan hatine hûnandin. Rastiya ku Serok APO anîbû ziman bi vê ve girêdayiye, gotibû mekanîkê derbeyê li Tirkiyê heye. Deshilatdariya AKP’ê û MHP’ê bixwe bûne mekanîzmaya derbeya li hemberî gel bi pêş dixin. Derbeya ku hatiye bi pêşxistin cûdahiya wê û ya 12’ê îlonê çiye. Derbeya 12’îlonê li hember civaka Tirkiyê û Bakurê Kurdistan çêbibû. Derbeya 19’ê Tebaxê li hember Kurdan çêbûye. Dewleta Tirk sîstemekê qirkirina Kurdan meşandiye û wisa difikire ku wê hebûna xwe ava bike  lê belê pêwîst e were fam kirin ku li hember Kurdan êrîşên qirkirinê pêşxistinê be Tirkiye hebûna xwe nikare mayinde bike, nikare hebûna xwe bi tunebûna Kurdan mayinde bike.

‘DESKEFTIYÊN HENE YÊN KURDAN IN'

Hilbijartinek herî dawî çêbû. Di wê hilbijartinê de civaka Kurd li bajarên Kurdistanê û li bajarên Tirkiyê îrada xwe derxistin holê. Dengê xwe dan HDP’ê û hin endamên ku HDP'ê diyar kiriye. Pêvajoya hilbijartinê bi serê xwe ne pêvajoyeke demokrasiyê ya bingehîn bû. Em nikarin bibêjin bi hilbijartinan re demokrasî pêk tê. Yê ku li Bakurê Kurdistanê yê ku li hemberî faşîzma Tirkiyê berxwedanî bi pêş xist îrada civaka me bû, îrada wan jî li ser esasê hemleya ‘’em tecrîdê bişkînin, faşîzmê birûxînin, Kurdistanê azad bikin’ pêş ketibû. Pêşengên vê hemlê jî hevalên zindanan bûn, di zindanan de li hiber faşîzma dewleta Tirk berxwedaniyekê pir mezin bi pêş xistin, gireva birçîbûnê bi pêş xistin. Hevalên derve birêz Leyla Guven û Heval Nasir Yagiz heval Fadîle û hevalên li Ewropa û li pir cihan berxwedaniyekî pir mezin li hiberî faşîzmê hat pêşxistin. Yê ku rengê xwe da hilbijartinên li Tirkiyê jî ev rengê me bû. Hûn dibêjin destkeftiyên Kurdan. Ger destkeftiyên Tirkan jî hebe bi pêşengtî û berdêl dayîna civaka Kurd derkete holê. Dema ku Denîz Gezmîş derkete holê û çû ber bi darvekirinê gotibû “ serxwebûna gelê Tirk û Kurd bi hev re çêdibe” heval Kemal Pîr çawa ku gotibû “civaka Kurd azad nebe ya Tirk jî azad nabe”. Gotinên hevalên me û qehremanên me yên dîrokî pêk hat û jiyanî bû. Civaka Kurdistanê pêşengtî kir û pêşengên civaka Kurdistanê di pêngavê de rolek giring lîstin û ew bandoriyeke ku çêkir li hember faşîzma AKP’ê û MHP’ê her kes dikare dengekî derbixe û mihalefetekê bike. Ev hêz da hemû hêzên di Tirkiyê de. Hêzên demokratîk hêzên Sosyal demokratîk heta CHP’ê jî. Destkeftiyên ku îroj hene hemi bi saya Kurdan hene.

HER ROJ DARBE LI SER KURDAN ÇÊDIBE

Bi pêşengtî û têkoşîna Kurdan çêbû. Ji bo wê jî dema ku em behsa derbeyê dikin ne tenê li hember gelê Kurd û li hember şaredariyên Kurd çêdibe. Weke hereketên têkoşînvan em rexneyan binirxînin,  her roj li hember gelê Kurd derbe çêdibin eger em vê derbê weke derbeya 19’ê tebaxê binav bikin, heroj derbe li ser civaka Kurd çêdibe. Beriya ku AKP’ê dest deyne ser şaredariyan li Licê jî êrîş birin ser gorên şehîdan. Gor tev şikandin ew jî derbeyeke li ser nirxên civakî. Li Amedê ciwanek bi navê Mûcahid Yilmaz kuştin û cenazê wî jî nedan û bi hicetên pûç nedan. Heroj jin tên qetil kirin ew jî derbeyeke ye. Dest danîn ser şaredariyan û 500 kes dan girtin, darbeya esasî ev e. Bêgûman derbeyek e û ne sivik e. Li hember civaka Kurd her roj derbe heye ji ber ku AKP û MHP dewletek faşîst e û li hemberî civaka me û xwesteka azad jiyana civaka me derban bi pêş dixe. Mirov tenê bi navê derbeya 19’ê tebaxê bi nav bike, faşîzma dewleta Tirk venabêje. Rixmê ku serokê me hewldayînek pir mezin di pêvajoyê zindanê de pêşxist ku çareseriyekê bi hev re jiyanekê di navbera civaka Kurd û Tirk de çêbibe. Li hemberî vê dewleta Tirk derban bi pêş dixe, li hember fikrê serokatî derbe bi pêş dixe, li hemberê Kurdên ku dixwazin bi fikrê serokatî bijîn,  li hemberî vê derbê bi pêş dixe. Ji bo wê jî mirov kare vê derbê bi giştî desthilata AKP’ê û MHP’ê ve şîrove bike.

‘BI RÛMETA KURDAN DILÎZIN’

Dest dayîna ser şaredariyanderbeyeke bêgûman. Dayikên me pir xweş vê pêvajoyê bi nav dikin, di meydanan de di nava berxwedaniyê de ne. Qeyûmek îroj hatiye. Piştî ku HDP’e hatin ser kar û hesabên wan û çiqas deynên şaredariyên hene û ew qeyûmana çi kirine tev derxistin. Tiştê ku derkete holê bi milyonan deyn hiştine ji şaredariyên HDP’ê re. Tenê xwe têr kirine û dora xwe têr kirine tenê li kêfaxwe meyze kirine. AKP wisa dibêje, em li Kurdan wisa meyze dikin ji xwe nînin û tiştê heyî jî mîna miriyan hesab dikin. Civaka Kurd jî encex ewqas kesên ketî, bê exlaq, diz we bi rêve bibe hun layiqê wê ne, wiha dibêje. Ger em bêjin qeyûma teşîr bikin, em bêjin qeyûm ewqas diz e,ji xwe ew dize , ji xwe bi zanebûn AKP wiha dike. Bi zanebûn mirovên diz û bê exlaq, mirovên ku ji Kurdan nefret dikin, mirovên ku ji mirovahiyê nefret dikin, mirovên ku ji keda mirovatiyê re, ji nirxê mirovahiyê re ti rêz wan tine, nîşan dan hildibjêrin û tînin ser Kurdan datînin. Bi rûmeta Kurdan dilîzin. Ji ber ku derba esas ev e, ne bînayeke tê de kesek rûniştiye. AKP’ê heroj li hember exlaqê civaka me darbeyan dike.

‘MESELE NE QIYASKRIRINA QEYÛM Û ŞAREDARIYAN E, HEWCEYÎ BI VÊ NÎN E’

Ez pêwîst nabînim ku bizanibim şaredariya Amedê an jî Mêrdînê yekî çawa ye û yê hatiye çawa ye. Qiyas nakim ji ber ku hewceyî qiyasê nake. Ji ber ku qiyasê faşîzim û azadî nabe. Pir hate nîqaşkirin ku dibêjin qeyûm van tiştan kiriye dewlet van tiştan kiriye. Qet hewceyî van qiyasan nake ji ber ku mesela qiyaskirina qeyûm û şaredariyê nîne. Mesele qiyas kirina faşîzim û qirkirin û navbera demokasi û azadiyê de heye. Azadî û faşîzim nayên qiyas kirin ji bo wê jî ew kiriyarê ku li hember Kurdan hatiye kirin faşîzmek e û qirkirinek e. Eger her ferdeke Kurd dixwaze bijî pêwîste dijbertiya xwe ya li hember faşîzmê bide nîşan dan. Li Amedê 500 hezar Kurd dengê xwe daye. Hemû pêwîste bêjin min dengê xwe daye û ez qeyûm red dikim, ez rêveberiya şaredariyê red dikim, ez bi dengê ku min daye dixwazim xwe birêve bibim. Mesele eve jî em dixwazim bixwe xwe birêve bibin. Civaka Kurd bi salaan e vê dibêje dixwaze xwe û civaka Kurd bi rêve bibe, li hemberî vê esas derbe hatiye kirin.

'SEROK APO MIROVEKÎ DÎROKÎ Û SIYASÎ YE, HEVDÎTIN JÎ DIVÊ SIYASÎ Û DÎROKÎ BIN'

 Bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin hate çêkirin. Di hevdîtina xwe de dibêje ez karim vê pisgirêka Kurd û ya Tirkiyê û giştî pisgirêka Rohilata Navîn bigrim ser xwe û çareser bikim lê divê aqilê dewletê hebe. Dema ku em lê meyze dikin dewleta Tirk li her derê di nava şer de ye. Ti çareserî di holê de tune ye. Gelo aqilê dewletê çiqas heye an jî em dikarin bêjin heta mûzakerevanê sereke dibin tecrîdê de be ev çareserî çiqas pêkan e? Bêgûman pêvajoyekî pir hesas e ku ku Serokatiya me di nava brexwedaniyê de ye û li hember tecrîdekê mûtleq de dijî. Pêvajoyeke pir hesas e, ji bo wê jî pêvajoyek hemlê berxwedanê hat meşandin. 9 heval di zindanan de û li Ewropa şehîd ketin. Ciwanên Kurd ji bo ku vê tecrîdê pirotesto bikin canê xwe dan. Li Ewropa welat parêzekî Kurd canê xwe da ber agir. Pêvajoyek li hember serokatî tê meşandin, pêvajoya mayîn û nemayînê ye û pêvajok pir hesas e. Ji bo wê jî her hevdîtinek ku bi serokatî re tê çêkirin ji bo me wateya xwe ya dîrokî heye. Dewleta Tirk niha vê hesasiyeta me jî dizane. Meyze kirina me ji serokatî re jî dizane. Dixwaze vî tiştî jî li hember serokatî û civakê jî bikar bîne. Ew eqlê deshiladariyê ye. Bêgûman weke destpêka hevdîtinana ku çêbûn me digot tecrîd nehatiye şikandin lê belê ji bo şikandina deriyek hatiye vekirin ji bo ku em tecrîdê bişkînin. Hevdîtin îroj car caran tê kirin bi malbatê re û hin caran bi parêzeran re ye. Piştî pêvajoyê 30 rojî ku serokatî da diyar kirin carek dû car him malbatê û di heman demê de parêzeran bi serokatî re hevdîtin hatibû çêkirin. Serok APO mirovekî dîrokî û siyasî ye. Hevdîtinên ku pêre çêbibe pêwîste siyasî û dîrokî be. Mijarekek hiqûqî di vê mijarê de nîne. Ji xwe mafên hiqûqî yên serokatî ji holê hatiye rakirin. Ger mafê hiqûqî heba ya wê bi malbata xwe re rêk û pêk wê hevdîtin çêbikira bi telefonê wê hevdîtin çêbikra. Bi xizmên xwe re hevdîtin çêkiriba. Parêzer wê bi rêk û pêk çûbaya. Wasiyê serokatî wê bi pergal çûbaya gel. Ji xwe ev tev nînin. Hevdîtinên ku çêdibin ji xwe siyasî ne lê belê hevdîtinên ku çareseriyê bi pêş bixe bi gotinên wekî mûzakere em bilêv bikin, ev tev nînin.

‘YEK GOTINA SEROKATÎ JI ME PERSPEKTÎF E’

AKP dizane ku yek gotin ji serokatiya me ji bo me tê em bi wê perspektîf digrin û em kar dimeşînin, têkoşîna xwe bilind dikin. Civaka me moral digre. Her gotinekî serokatî ji bo me perspektîfe. Dewleta Tirk jî dizane ku her hevdîtinek me bi serokatî re siyasî ye. Bi hevdîtinên ku çêdibin AKP dixwaze siyaseta xwe bimeşîne. Hevdîtinên herî dawî jî parêzer çûn.  Hevdîtin çêdibe lê çi encam derdikeve. Serokê me ne kesekî ji rêzê ye ku bêje hevdîtinek çêbû silavek rêkir ji xizmê xwe û hevalên xwe re. Seokatiya me serokatiyekî dîrokî ye, siyasî ye. Hevdîtin jî li ser esasê siyasî be. Bêgûman hiqûqî be jî rixmê ku hiqûqî jî nîne lê yê heyî jî siyasî ye li ser esasê siyaseta AKP’ê ye. Ev hevdîtin bi vî rengî berdewam bike, nabe hevdîtinekî siyasî ku çareseriya Rojhilata Navîn bîne bi xwe re. Hevdîtin li ser esasê ku hin caran me mijûl bikin dibin, da ku bibêjin, vaye hin caran hevdîtin dibin. AKP  ji nerînên seokatî feyde digre, dixwaze hin nerînên wî bidize li gor wê siyaseta xwe bimeşîne. Rewşê jî hinekî nerm dike. Ji bo wê jî ev hevdîtin siyasî ye, ya ku serokatî rojevê diyar dike. Serokatî rewşa hevdîtinan diyar bike, em dixwazin bi pêş bikeve.

‘TIŞTA KU SEROKATÎ GOT DIVÊ EM PÊK BÎNIN’

Em ji bo wê têkoşîn dimeşînin. Têkoşîneke ji vê û şûn ve em ji bo wê bimeşînin. Serokatî di hevdîtina xwe de got aqilê dewletê gereke rol bilîze. Aqilê dewletê çiye? Piştî ku serokatî anî ziman. Tiştê ku seroka APO dibêje û em  milîtinên Serok APO em ê dûbare bikin. Kesên siyasetmedar li ser navê me xwedî derdikevin dûbare dikin. Ciwan bi navê xwe xwedî lê derdikevin. Lê mesele ne ev e, ev ne rast e. Serokatî tiştek got ne ew e ku em dûbare bikin pêwîste em pêk bînin. Ciwan ne ew e ku dûbare bikin ciwan pêwîste pêk bînin. Serokatî dibêje qirkirin heye em tev dubare  dikin, dibêjin qirkirin heye. Serokatî bi carane got ez rehîneyek im di destê dewletê de. Serok dibêje qirkirin heye û hûn dizanin têkoşîna xwe çawa bikin. Demokratîk bûna xwe bê teref bûna xwe hûn dizanin. Pêwîst e em çi bikin, li hember wê ciwan divê çi bikin pêwîste em wiha binirxînin.

‘BI DUBAREKIRINA SEROKATÎ NABE’

 Bi dubarekirina serokatî nabe. Fiktê serokatî ne dîn e. Fikrê serokatiya me ne mîna Quraneke pîroz e. Bi heviz kirinê û dûbarebûnê em nikarin bibin bersiv, eger em têkoşîneke xûrt û bilind pêş nexin em ê bibin mûnafiq jî. Bêguman em xwedî derkevin, her kes li cihê xwe de bibe APO yek û bibe berdevkê APO û bibe şagirtê wî, lê ya bingehîn bibe pêkanînvanê APO. Eger ev nebe wateyek wê jî nîne. Dewleta Tirk ya faşîst û qirker mezarên şehîdên te tehemûl nake, ji erdê radike û dişkîne. Tê çi aşîtiyê pêre çêbikî. Dema ku em van nirxandinan dikin jî hin kesîm dibêjin aşîtî naxwazin. Me bi hezaran şervan û şehîd tenê ji bo ku xwîna xwe birjînin û aşiqê şer bûne û aşiqê mirin û kuştinê bûne nehatine nava refên têkoşînê. Şiroveyên bi vî rengî şaş in û ne di cih de ne. Ne layiqê me û têkoşîna me ye jî. Em ji bo azadiya civaka xwe derketine rê ji bo wê jî pêwîste em canê xwe jî bidin. Lê ya esas ji bo wê em di civaka xwe de sîstemeke azad bi pêş bixin, vê sîstemê ava bikin, saziyên xwe ava bikin. Eger em nikaribin di bajaran de kar bikin sîstemek xwe ava bikin. Ger em nikaribin sîstemekî ser esasê zimanê dayikê perwerdakê bipêş bixin an jî xebatekî çand û hunerê bi rengekî şoreşî bi pêş bixin.

‘EM TENÊ BIBÊJIN, ‘LÊDE GERÎLA KURDISTANÊ AZAD BIKE NABE’

Ger em tenê bêjin lêde gerîla lêde Kurdistanê Azad bike ev tenê ne rast e, Kurdistan bi lêdanê gerîla pêşnakeve, ava nabe. Bêgûman bi lêdanê gerîla ya ku li dewleta Tirk ya faşîst xista, zanebûnekî Kurdan ya di milê civakî bipêş xist nirxên civakî yên dîrokî hatin ava kirin. Lê em di pêvajoyekê de ne ku pêşengên civakê ji nava civakê bi xwe pêwîst e derkevin, di her milî de sîstemê xwe ava bikin. Wekî din em nikarin bêjin aşîtî û azadî. Dewletekî ku kêlên gorê te tehmûl neke tê çawa pê re aşîtî çêbike. Dewleteke faşîst ku heroj ciwanan digre û qetil dike. Berê me digot fa’il michûl, lê îroj ev gotin ji holê rabûye. Ji ber ku fa’il ne meçhul in êdî. Diçin malê polîs wan dikujin. Mînak beriya çend rojan ciwanek li Wanê bi destê polîsekî hate krştin. Ew dîmen, şermezar kirinê Kurrda ye, şerm e ji bo kurdan. Ew polîs kî be li kû be pêwîste ciwan biçin wî bikujin yek ji wan nehêlin. Sîstemek faşîst e. Ger wî ciwanî çi kiribe silogan avêtibe wî bigre destgîr bike lê belê kaska xwe derxistiye bi şeklekî tiramvatîk ledixe. Dewleta Tirk wisa ye, faşîzma wê wisa ye. Aqlê dewletê bi vî rengî dernakeve holê. Ez dixwazim mijarê bînim vê derê. Siyasetmedarên me jî bila xwedî li gotinên serokatî derkevin lê belê gotinên wî pêkanîn pêwîst e. Di vê rewşê de aqilê dewlêtê dernakeve, eger polîs wisa aqilê dewletê dernakeve, eger Siliyman Soylu li wir be aqilê dewletê dernakeve. Ez dikarim wisa şirove bikim, aqlê deshiladariyê di Tirkiyê de heye. Sêstemê faşîzmê wê bi pêş dixîne.

‘TIRKIYE LI ROJHILATA NAVÎN XITIMÎ YE’

Tirkiyê di Rojhilata Navîn de xitimiye. AKP, ku demekê digot em serdema hostatîyê dijîn, çûn Misirê heta Lîbiyayê, hinekî Îxwan rêxistin kirin, pankartên Erdogan rakirin. Xwe wisa hesab kirin ku di rojhilata Navîn tevî de bandora xwe çêdikin. Lê belê rastiya Rojhilata Navîn ne wisa ye. Aqilê dewleta Tirk jî bi vî rengî bi pêş nakeve, hebûna xwe jî misoger nake û nake. Îroj Tirkiyê li Lîbiyayê tecrîd bûye. Balafirên Tirkiyê li Lîbiyayê çi digerin? Em bêjin me sînorê me fam kir, me fam nekir lê em ê bêjin me fam kir. Em qebûl nakin ji xwe. Tirkiye xitimiye, ketiya çiravê. Li Lîbiyayê balafira keşfê ya Tirkiyê derb xwarin. Li Idlibê konveya Tirkan derb xwar. Ew bixwe dibêjin li Xan Şêxûn li rejîm û Rûsiya li wan didin. Niha têkiliyên Tirkiyê di Rojhilata Navîn xwarina derban e. Dibêje ew ê li Idlib herêma bi ewle çêbike, li Bakur û Rojhilatî Sûriyê herêma bi ewle çêbike. Ji xwe li milê Yewnan xitimiye. Tirkiyê her gotina ewlehiya sînorê xwe tîne ziman, ev dide nîşan  ku Tirkiyê ne di rewşeke ewle de ye. Ew xetimandin jî zêdetir bi itîfaqa MHP’ê  ve bi pêş ket, aqilê deshiladariyê jî bi MHP’ê ve bi pêş ket. Niha jî Soleyman Soylî pêkanîna aqilê deshiladariyê yê Bahçelî de ye. Îroj jî dema ku li hember şaredariyan jî operesyon bi pêş xistin û dest danî ser şaredariyan, Bahaçelî sipasî kir. Li hemberî Kurdan şerê fetîh hene, ji ber ku wisa meyze dikin li Kurdan. Pêwîste Kurd vê fam bikin wekî şifrekê ye ev gotin; ‘bila gazaya we mûbarek be!’ Wisa got Bahçelî. Artêşa islamiyetê hatiye Kurdistanê, jî vî şerî bi vî rengî pêşxistine û çûne kuderê jî mal û milkên wan jinên wan ji bo xwe girtine. Piştî ku şaredariya te girt, axa te girt û qedexe datîne ser axa te tu nikarî biçe ser zozanê axa xwe. Namûsa te çûye û her tiştê te çûye.

‘AQILÊ DEWLETÊ Û DESTHILATÊ BÛYE YEK’

Pêwîst e her kes bizane aqlê dewletê û deshiladariyê bûye yek. Serok APO di parêznameya xwe de nivîsandiye. Gotineke di cih de ye û dîrokî ye. Gotibû ‘deshiladar mejiyekî qeşa bûyî ye’ îroj deshiladarî di Tirkiye de tê meşandin mejiyekî wisa ye. Aqilekî cemidi ye, pêşketin çênabe, azadî qet çênabe, çareserî qet çênabe û yê ku wisa dibêje xwe dixapîne. AKP lewaz bûye êrîşî Kurdan dike. Ne tenê êrîşî şaredariyan dikin. Li Şirnexe, li Mûşê jî kirin, ne tiştekî nû ye berê jî êrîş kirin. Me bi zorê, bi têkoşînê çend şaredarî girtibû ew jî çûn. Niha dibêje wê dor were Tirkiyê. Bila were Tirkiyê. Bila Kurd nebêjin CHP ger tu dengê xwe nekî wê dor were te jî. Bila dor were wê jî. Eger CHP di demokratîkbûna Tirkiyê de rolê Kurdan nizanibe. Ewqas di hilbijartinên Stenbolê bi taybet, ku Tirkiyê pêvajoyek pir taybet jiya, ger Kurd nebana wê nikarîbû qezenc bikrana. Ger CHP van nebîne bila dor were wê jî. Kesên ku dengê xwe dane pêwîste li hember AKP’ê dakevin kolanan. CHP’e ditirse, ger gotinekî dervî pîvana AKP’ê, dibêje ‘wê destkeftiyên min ji dest min biçin.’ Ew jî li deshiladariya xwe difikirin. Bêgûman em wisa nêz nabin ku em CHP’ê reş bikin. Bi astekê optimal, bi hevre tifaqa demokratîk  dibe ku bi pêş bikeve. Îlkeyên wê yên bingehîn hene ku CHP’e jî çawa ku Kurdan piştgirî da wan ew ê jî piştgiriyê bidin Kurdan. Ne ew e ku agir bikeve mala wan Kurd werin agirê wan bitefînin. Niha li Tirkiyê jî hemî derdorên demokrat pêwîste xwedî derkevin. Ya herî esasî jî civaka me bi xwe ye, Kurd li ber xwe bidin wê li Rojhilata navîn her kes li ber xwe bide.

‘DI ROJEVÊ DE ÇARESERÎ TINE’

 Di rojevê de çareserî tûne ye. Ger em hîn şênbertir bikin divê di serî de gelê Kurd tevahî gelê Kurdistan û Tirkiyê çalakiyên çawa bikin? Tabî ev mijareke girîng e. Di pêvajoya hamleyê de jî me pir nîqas kiribû. Civaka me jî pir nirxand, me wek Tevger jî pir nirxand. Li hemberî êrîşên bi vî rengî gelê Kurd divê çi bike? Mesele ji desthilatdariya AKP-MHP wêdetir mijareke ku ne weke kes weke civak Kurd hebe yan tûne be? Wê weke civak bijîn an na? Divê ev mijar jî bi vî şiklî werê nirxandin. AKP nêzîkî 20 salan e, ev bû 18 sal in ava bûye, hûkûmeta xwe li Tirkiyê dimeşîne. Li Tirkiyê û Bakurê Kurdîstanê metîngeriya ku sed sal in nehate kirin di pêvajoya AKPê de hat kirin. Li gel wê TRT-Kurdî derket, Kurdbûyîn wek berê nehat qedexekirin lê belê Kurdbûneke navdewletî hate qebûlkirin. Niha bi pêvajo û kiryarên çawa re gelê me rû bi rû ma? Vaye,  hebûna me hat qebûlkirin! Divê em vê wek hebûn pênase nekin. Civaka Kurd ji xwe vê wek hebûn pênase nake. Îro ew jî namîne. Mesela di TRT-Kurdî de hin kesên qeşmer hene. Divê civaka Kurd çi bike? Ez di despêkê de dikarim vê bibêjim; civaka Kurd ew kesên ku di TRTKurdî de derdikevin, yên ku tê de dişûxûlin divê qet qebûl nekin. Divê bi wan re neaxifin. Niha di pergala Elewiyan de tiştekî bi vî rengî heye; kesekî/ê derveyî pîvanên civaka wan, derveyî berjewendiyê civaka wan ger ku derkeve diçin wek bi rengê platforman çêdikin, rexne dikin û ceza dikin. Mesela kesek sûcekî piçûk kiribe, diçe pezek ser jêdike, li feqîran belav dike. Ji xwe Kurdên Elewî di gund de dijîn û cezayên wan jî bi vî rengî ne. Yan jî mesela diçin daran diçînin. Yan diçin genim didin feqîrekî/ê. Cezaya herî giran çi bû? Ji nav civakê avêtin bû. Ji xwe zû bi zû kes ev ceza nedixwar. Lê belê ger kesek cezayeke bi vî rengî girtibe jî ji wê civakê kes bi wî/ê re nediaxifî, ew tûne dihat hesibandin. Ketî dihat îlankirin. Kes pê re nedida û nedistand, tiştek ji destê wî/ê nedihat girtin. Ger ew kes ketiba ferqa sûce xwe dîsa dihat qebûlkirin. Civaka Kurd, civaka me divê wisa be. Li  hemberî dewleta Tirk, li hemberî Kurdên ku AKP-MHP dixwaze ava bike, divê helwesteke Kurdan hebe.

‘DIVÊ BINGEHEKÎ HÊZA CIVAKÎ HEBE’

Niha ji bo pirsa ‘wê Kurd çi bike?’ ez dikarin bersiva ‘Kurd derkevin kolanan, çalakî bikin’ bidim. Bêgûman divê ev werin kirin. Lê belê divê beriya van bingeheke civakî hebe. Heza pêkirinê ya civakê divê hebe. Hêza civakî çiye? Li taxa min yên ku bi dijmin re kar dike ez qebûl nakim, kesekî/ê bi polîsekî/ê re diaxife ez qebûl nakim, kesên ku maddeyên hişbir bikar tînin an difroşin ez qebûl nakim. Divê ez van kes di nav civakê de teşhîr bikim. Pêwîst bike ez ê ceza jî bikim. Bavêjim derveyî civakê. Nahêlim ji xwe re bijîn û zemîneke maddî jê re nahêlim. Niha ger ev zemîn nebe, biçe tenê slogan biavêje nabe. Mûheqeq ev jî pir girîng e. Ez vê careke din dibêjim. Dixwazim beriya wê divê çi werê kirin bînim ser ziman.

‘AVAKIRIN DI MEJÎ DE DEST PÊ DIKE’

 Avakirin di serî de, di mêjî de dest pê dike. Di serî de avakirina civaka demokratîk di mêjî de dest pê dike. Mesela niha dayikên me li meydanan  diaxifin. Dibêjin, ‘em dixwazin bi azadî bijîn.’ Yekemîn pîvana azad a jiyanê ev e. Tu yê ku weke te nebe, weke pîvanên te nejî û te bikşîne nav dijmin, yan jî dijmin bîne nav te divê qebûl nekî. Ger te ew qebûl kirin, tu nikarî bijî. Niha di nav civaka me de kuştina jinan û zarokan heye, destdavêjin zarokan. Divê di van mijaran de beriya dewletê civaka Kurd bi xwe wî kesî ceza bike. Bila di nav civakê de hêrseke civakbûnê hebe. Hêrseke exlaqî hebe. Hêrsek hebe ku dema dest avêtinek li hember exlaq, nirx, namûs, ax û saziyên civakê,  dîrekt bikaribe ceza bike. Şikandina tirbên şehîdan jî bi vî rengî ye. Dewleta Tirk ji xwe bi şev vê dike. Kî vê dike bêyî polîsên devletê, bêyî bendewarî ji gerîlla werê kirin divê werin dîtin, û werê cezakirin. Ger çalakiyên bi vî rengî nebin yê werin şaredariyên te jî dest deynin ser. Ji bo vê divê beriya her tiştî çalakiyên bi vî rengî hebin.Ev yek.

‘PÊVAJOYEKE CUDA DERKETIYE HOLÊ’

Pêvajoyeke cuda derketiye holê. Niha civaka me li kolanan e, berxwedaniyeke pir mezin heye. Ez di serî de berxwedana Amed, Wan û Mêrdînê bi hurmet silav dikim. Berxwedana civaka me, ya dayikên me pir bi rûmet e, pir mezin e. Berxwedaniyeke dîrokî ye. Ew sloganên ku dayikên me yên 50- 60 salî qîr dikin, dengê dîrokê ye. Lê belê ez vê jî dibêjim, divê bi taybet li Amedê ciwan derkevin kolanan û xwedî li çalakiyan derkevin. Dema yek dayîk derket divê hezar ciwan derkevin. Di pêngava ‘em ê tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ de jî wisa bû; dayîkên laçikspî derketin kolanan. Divê ciwan jî derkevin. Niha dayikên me derketine kolanan, slogan diavêjin sê çar ciwan jî lê vedigerînin. Ez vê rexne dikim. Dayîk pêşengtî dike. Ji xwe dayîk pêşengên civaka me ne, ev tiştekî cuda ye. Lê belê divê di çalakiyan de ciwan pêşengtî bikin, ciwan sloganan berz bikin. Di vî milî de divê ciwan rolê xwe bilîzin. Derkevin kolanan û çalakiyan bikin. Daxuyaniyên kesên siyasetmedar çêbûn. Xwedîderketineke pir xurt çêbû. Kêsên hilbijartî jî piştgirî dan. Berxwedaniya wan jî heye. Ruxmê ku parlementer e û divê polîs dest wan nede. Em wan jî silav dikin. Berxwedaniyeke pir xurt e. Civaka me divê xwedî li van kesan derkeve. Ji ber ku me bi xwe ew hilbijartiye. Divê werê gotin; ‘me ew hilbijartiye.’ Lê belê ev nayê wateya ku ew kes wek kesekî/ê werin parastin. Di şexsê wan kesan de nirx û têkoşîna Kurdan a ku kom bûye, heye. Divê xwedî li wan were derketin. Lê belê şêwaza çar pênc parlementer li pêş, çend kes jî li derdorê çepikan didin jî divê neyê kirin. Niha 600 hezar kes deng daye Selçûk Mizrakli. Divê hemû derkevin kolanan û xwedî li îradeya xwe derkevin. Dîsa hevalên me yên di girtîgehê de piştî pêvajoya pêngav bi dawî bû, çalakiyên grevên birçîbûnê xilas bû dewleta Tirk hemû hêrsa xwe ji girtiyan digre. Ji ber ku me têkoşîn meşand, çûn hevdîtin bi Serokatî re çêkirin. Ewqas îşkence çêbûn. Malbat û xizmên girtiyên divê xwedî lê derkevin. Niha me civaka Kurd rast e pir êş kişand, me pir berdêl da. Lê belê divê fikirandinên bi vî rengî nebin; ‘me pir berdêl da, êdî divê em bersiveke vê berdêla xwe bibînin.’ Ger tu bersiv nebînî jî divê tu têkoşîna xwe berdewam bikî. Dibe ku zarokên te, neviyên te ancex bibînin. Dema heval Mazlûm Doxan derket, ma ji bo xwe têkoşîn meşand? Negot; ‘Ka ez têkoşînê bimeşînim, rojên xweş bibînim.’ Heval Kemal Pîr wisa negot; ‘Ez ê divê oxirê de canê xwe bidim, divê ku 50 sal piştre artêşeke civakê, artêşeke gel çêbibe.’ Niha bendewariyên bi vî rengî, ‘bi xwe xweşiyê bibînim, tenê bi xwe kêfxweşî bibînim, şa bibim, jiyaneke rehet bibînim’ şaş in. Bi van nêzîkatiyan tevgerandin şaş in. Ger ku em rûmetekê qezenc bikin ji xwe şahî ev e. Divê em berxwedana xwe, kêliyek azad jiyan wek kêfxweşiya jiyanê bibînin. Pêwîst e tu kes nebêje; ‘Ka hele çareseriyek çêbibe da ez jî bibim memûrek. Çareseriyek çêbibe, ez jî di mala xwe de rehet jiyan bikim.’ Tiştek wisa ji bo Kurdan tuneye. Di dewleteke wisa faşîst û qirker de yên ku herî xweş jiyan bikin kî ne? Ew kesên ku di TRT Kurdî de ne. Derveyî vê ji Kurdan re xweşî jiyandin tuneye. Tiştekî ‘ez kêm berdêl bidim. Di encam de jî deskeftiyan pir bi dest bixim’ nîn e. Nexwe 40 hezar şehîd ji bo çi hat dayîn? Serokatî çend caran got; ger em bi milyonan jî bimrin, yek kesê/a ku azad jiyan jî bimîne bila milyon kes tunebe. Niha civaka Kurd divê wî berdêlî bigire ber çavên xwe. Em nabêjin; ‘civaka Kurd berdêl nade.’ Em dizanin civaka Kurd berdêl dide. Jixwe em berhemên civaka Kurd in û niha em têkoşîn dimeşînin. Lê belê divê berxwedanî hîn bilind bibe, berdewam bike, zêde bibe, bikeve kolanan. Ger ev nebe dewleta Tirk bi van çalakiyên heyî paş ve gav navêje. Dewleta Tirk ewqas dewleteke faşîst e, li pêşiya çavên dayikan zarokan dikuje. Çawa wê ewqas zû paş ve gav bavêje? Na! Navêje! Faşîzmeke ewqas mezin, qirêj e ku tecavuz çêdibe Bahçelî diçe pîroz dike. Feraseteke bi vî rengî li hember me heye. Bê berdêl em nikarin xweşî bibînin. Ji bo vê jî hemû civaka me, di serî de ciwan û hemû jin derkevin kolanan. Tenê çend dayîk derkevin nabe. Divê ciwan dayikan tenê nehêlin. Dayîk pêşengtî dikin, sloganan diavêjin ciwan dubare dikin. Divê ciwan şerm bikin. Mesela çima Mûcahît Yilmaz hat kuştin? Divê ciwan xwedî li wî ciwanî derkevin û cenazeyê wî ji destê dijmin derxînin. Çima ew polîsê Wanê ku bi kêra tiştekî naye diçe li zarokek, ciwanekî Kurd ewqas lêdide? Çima li Mêrdînê zarokekî 12 salî 20 polîs li ser kom bûne, li serê wî dixin û destê wî bi paş ve girê didin. Zarokekî 12 salî dikare çi ji te bike? Dema 20 polîsan êrîş kir, divê 20 hezar kes li wir kom bibin. Li Kurdîstanê ger ciwan dernekevin, pêşiya van kiryaran negirin, wan kesan ceza nekin, di nav civaka xwe de jî, li hember dijmin jî ger nebin xwedî hêzek çalakiyên heyî jî jixwe encam nagirin. Divê civaka me kiryarên dijmin bi ti awayî qebûl nekin. Lê belê ne tenê rabin û bibêjin; ‘Em qebûl nakin.’ Ne ev e! Qebûlnekirina xwe nîşan bide. Tu qebûl nakî, nexwe bi çalakiyên xwe vê bide nîşandan. Gotina xwe bide xuyakirin. Tu çi dixwazî bibêjî? Tu dibêjî lê belê çalakiya wê çi ye? Ka ez bibînim. Divê dîrok bibîne. Ger ev nebe, nabe. Niha çalakî çêdibin, 50 polîs kom dibin ber deriyê saziya HDP du kes berxwedaniyeke pir mezin didin meşandin. Em wan kesan pîroz dikin. Mesela demeke dirêj ew ava bi tazîk bi kar neanîbûn. Bi hejmareke pir kêm bê jî berxwedana heyî pir mezin bû. Lê belê divê ev mezintir bibe. Divê hemû gel derkeve kolanan. Van kiryaran qebûl neke, şev û rojên xwe bike yek. Divê nebêje; ‘ez ê bi şev vê, bi roj vê çalakiyê bikim.’ Çalakî ji bo azadiyê ye, ji bo azad jiyankirinê ye. Mesaî û vardiyayên wê nabe. Di azadî de vardiya nabe. Şer û rojên wê cuda nabe. Ger em vê cûdahiyê bixin navberê wê çalakî jî rûtîn bibin. Elbet ev baş in û deng in, lê belê divê nebin vardiya. Çalakiyên heta niha hat kirin dibe ku di milê hejmar de kêm bûn lê pir xurt bûn, îradeyeke pir xurt derket holê. Ew her kesê ku tevlî çalakiyê bû li hemberî êrîşên dewleta Tirk, li hember ava wan a bi tazîk tu kes xwe netewand. Serê xwe tewandin na! Bi fîzîkî bîle xwe netewandin. Divê ev berxwedanî fireh bibe, herkes tevlî bibe, Amed hemû tevlî bibe û li gor vê jî mafê xwe bigre. Mesele partiya siyasi ye, dengekî demokratîk e û hwd. hemû di nav de hemû nirx di Kurdistanê de bûye yek. Ji ber ku niha dewleta Tirk wisa bûye ku yekî CHP’yî jî dibêje; ‘Divê Kurd mafê xwe bistînin’ hema teror tê îlankirin. Ji bo wê jî divê civaka me jî tenê di nav pîvanên hiqûqe de negire dest. Ji xwe li hember Kurdan hiqûq tuneye. Ger mijar bibe Kurd ji Tirkan re jî hiqûq tuneye. Ger mijar bibe Kurd ji CHP û ji Behra Reş re jî hiqûq tuneye. Doza Kurdan ne pirsgirêkeke hiqûqî ye. Dema ku Leyla Guven di greva birçîbûnê de bû, Serokatî bi dehan caran mînaka Gandî da. Divê çalakî civakî bibin, herkes tevlî bibin, bi israr, heta dawî bidomînin. Qeyyûm ji bo xizmetê nehatiye. Wê çi xizmet bike? Tu nahêlî Selçûk Mizrakli xîzmet bike, wê qeyyûmên te yên diz xizmet bikin? Divê tu xizmet neyê qebûlkirin. Bila di nav qirêjî de jiyan bikin. Xizmeteke ku qeyyûm ji gelê me re bike nîn e. Mesela civaka Kurd a dîrokî ne asfaltek e, ne anîna av e. Dewleta Tirk divê vê bizanibe û civaka me jî divê bi vî şiklî tevbigere; civaka Kurd civakeke ku ji xwe bi salan feqîr jiyan kiriye. Asfalt nebe jî dikare jiyan lê belê azadî nebe nikare jiyan. Ev 36 sal in êdî PKK ne tenê bi riyên siyasî û civakî bi riya leşkerî vê têkoşîna xwe didomîne. Hêza leşkerî ya Tevgera Azadiyê di vê têkoşînê de xwedî girîngîyeke çawa ye? Bi giştî vê têkoşînê çawa xwedî dike? Bi vê vesîleyê ez şehîdên 15 Tebaxê, dîsa şehîdên meha Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînim. Di serî de ez fermandar Egît bi bîr tinim û spasiya xwe ji civaka Kurd dikim ku ciwanên bi vî rengî xwedî kirine û tevlî têkoşînê bûne, pêşengiya me kirine, fermandarî ji me re kirine û ji me re dane fêrkirin ku Kurd dikare li ber xwe bide, di çiyayan de dikare berxwedaniya xwe xurt bike, bilind bike, jiyaneke azad jî ava bike, çiyayan jî weke mekanên înzîvayê ji xwe re çêbike. Dîsa ez heval Atakan Mahîr, Zekî Şengalî, Erdal û şehîdên meha Tebaxê bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînim. Bêgûman îro li ser bingeha 15’ê Tebaxê di serî de Xakurkê li tevahî Kurdîstanê berxwedaniyek tê meşandin. Berxwedaniyeke ku di asteke jor de ye heye. Têkoşîna gerîlla di asta pir xweser de ye, pir taybet de ye. Gerîlla li hember hemû êrîşên dijmin, ên dewleta Tirk û hemû çekên NATO li ber xwe dide. Em li çiyayan wek dema çalakiya 15ê Tebaxê çêbû najîn. Ne dijmin dijminê berê ye, ne jî em gerîllayên wê çaxê ne. Ji bo wê jî derfetên şer, derfetên li çiya pir cuda ne. Çekên dijmin pir cuda ye, çekên me jî pir cuda ne. Niha bêgûman li hember gerîla dewleta Tirk hemû çekên pêşketî bi kar tîne. Êrîşên hewayî dike. Em dikarin vê bibêjin; li hemberî me şerê ku tê kirin ne bi artêşa Tirk e. Mesela di şehadeta heval Helmet de û dîsa di çend şehadetên din de dijmin ev daxuyanî dabû; ev êrîş bi hevkariya MÎT û TSK çêdibin. Dijmin li hemberî me şerê îstîxbaratî dimeşîne. Li hember me leşker tune ne û mesele ne ew e ku em li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne. Artêş ji holê rabûye. Tenê heza hewayî belkî hebe. Tenê balafirên şer tên û lêdidin car caran. Derveyî van hêza lêdana arteşa Tirk tuneye, nemaye. Balafirên şer ên NATOyê bisekinin wê şer jî bisekine. Wê dewleta Tirk di hefteyekê de ji holê rabibe. Ji ber ku ti hêza wan nemaye. Lê belê gerîlla xwedî hêz e û pê dimeşe. Ji ber ku gerîla her li hember van êrîşên derve hêza xwe xurt dike, bilind dike, taktîkên xwe pêş dixe û şerê xwe dimeşîne. Bi qasî moral û motîvasyonê jî gerîlla li her derî çalakiyan dike. Bêguman em berdêl jî didin, şehîdan didin. Em windahiyên pir mezin û bi nirx jî didin. Lê belê em dizanin ku ew berdêl berdêlên azadiyê ne. Di serî de ez berxwedaniya Xakurkê silav dikim. Ji Dêrsimê heta Xakurkê hemû heval di nav berxwedaniyê de ne. Ez dikarim vê bibêjim, gerîlla bi vê moral û motîvasyona bilind ve di pêngaveke pir mezin de ye, darbeyên pir mezin jî li dijmin dide. Lê belê yên ku van darbeyan wê temam bike berxwedaniya civaka me ye, berxwedaniya di qadên civakî de ye, qadên siyasî de ye, qadên aborî de ye. Bi kurtasî xwe birêvebirênê de ye. Divê civaka me di qadên dîtir de pergala xwe ya demokratîk înşa bike. Nexwe têkoşîna gerîlla bi tena serê xwe Kurdistanê ava nake. Gerîlla hêzeke pir mezin û esasî ya parastina Kurdistanê ye, ti car ji dijminan re serê xwe natewîne lê belê şerekî pir mezin a îstîxbaratî jî li ser me heye. Em li hemberî vê jî têkoşînekê dimeşînin. Têkoşîn wê ne weke berê bi tabûran lêdan be. Bêguman hevalên gerîlla wanan jî dikin. Çalakiyên pir mezin jî li dar dixin. Çalakiyên fedaîyane jî dikin. Herî dawî jî hevalek li Geverê şehîd ket. Heval heta fîşeka xwe ya dawî şer dike, ji bo nekevin destê dijmin bombeyên xwe bi xwe de diteqînin. Ev rûmeteke pir mezin e. Lê belê ev nayê wê wateyê ku herkes divê bombeya xwe di xwe de biteqîne û rûmetekê qezenc bike. Ne wisa ye! Ew pêşengek e, rûmeta xwe bi wî şiklî qezenc dike, divê tu jî li gor wê di mala xwe de pergala xwe ava bike, zarokên te hebin ji bo zarokên xwe jiyaneke demokratîk ava bikî. Înşa bikî, komun bide avakirin. Divê tu têkoşînek bimeşînî, li hember dewleta Tirk dengê xwe derînî. Ger tu li Rojava be divê tu pergala xwe înşa bike û lê xwedî derkeve. Divê tu xwe xwediyê pergala demokratîk bibînî û bibêjî ‘ev pergal ya min e.’ Encex li gor vê têkoşîn werê meşandin. Civaka Kurd li ku derê bibe bila bibe ancex bi vî şiklî bi berxwedaniya gerîlla re bibe bersiv û xwedî derkeve, bibe yek, serkeftineke dîrokî derkeve holê.”