Jinên ku li dijî faşîzmê têkoşiyan çima nayên bîranîn?

Di têkoşîna dijî faşîzma Hîtler de tevî rola jinan girîng e, berxwedêrên jin heta niha bi têrkerî nehatine bîranîn. Parlamentera Elman Elisabeth Motschmann ji bo vê rewşê biguherîne dest bi însiyatîfekê kir.

Elisabeth Abegg, Helene Jacobs, Louise Schröder, Emmi Bonhoeffer, Rosemarie Reichwein, Marion Gräfin York v. Wartenburg, Brigitte Gerstenmaier, Charlotte von der Schulenburg, Liselotte Herrmann, Lilo Gloeden, Frida Wesole û Anna Stiegler… Her yek ji wan piştî Şerê Dinyayê yê Duyemîn li dijî faşîzma Hîtler pêşengî ji berxwedanê re kirin, lewma ji ber vê yekê ew avêtin kampên komkirinê yan jî hatin darvekirin.

Lê belê ne di salvegera berxwedana li dijî dîktatoriya Hîtler, ne di pirtûkên dersan ne jî di nava raya giştî û medyayê de tên bîranîn. Bi giranî berxwedêrên mêr, mîna Claus Graf Schenk von Stauffenberg, Dietrich Bonhoeffer, Hans v. Dohnanyi û Julius Leber tên bîranîn. Halbûkî rastiyeke eşkere ye ku berxwedêrên jin di berxwedana dijî faşîzmê de xwedî roleke diyarker bûn.

Di nava rêxistinên berxwedanê de yên 'Kreisauer Kreis' (Derdora Kreisau), 'Weisse Rose' (Kulîlka Spî) û 'Rote Kapelle' (Orkestra Sor) de jin û mêr bi hev re li dijî faşîzmê têkoşiyan. Dema ku bal tê kişandin ser van rêxistinan tenê berxwedêrên mêr tên bîranîn.

Ji bo guhertina vê rewşê bi pêşengiya Parlamentera Elman Elisabeth Motschmann însiyatîfekê dest pê kir. Însiyatîfa ku bi giranî parlamenterên jin piştevaniya wê dike serî li Meclîsa Federal da û jê xwest, ku hikumet ji bo bîranîna berxwedêrên jin hîn bêhtir bikeve nava hewldanan.

Motschmann ji kovara Focusê re axivî û diyar kir, ku berxwedêrên jin heta niha neketine rojevê, dema hatin bîranîn jî tevî berxwedêrên mêr hatine bîranîn û bi bîr xist ku bi sifetên 'hezkirî', 'hevser' an jî 'hevala...' hatine bîranîn. Parlamenter Motschmann destnîşan kir, jin di berxwedanê de hêza bingehîn bûn, lê weke 'alîkarên mêr' tên bîranîn.

Motschmann bi bîr xist ku berxwedêrên jin bi giranî di nava tevgerên sosyalîst/komunîst de bûn û got, "Li Komara Elmanya ya Rojava de ku piştre hate avakirin, ne rewşeke xweşbîn bû ku pesnê komunîstan bê dayin."

Parlamentera Elman diyar kir ku ji bo berxwedêrên jin neyên jibîrkirin divê peyker ji bo wan bên amadekirin, di pirtûkên dersan de bên bîranîn û xwest, bi taybetî der barê kampên komkirinê yên Moringen, Lichtenburg û Ravensbruck de hîn bêhtir proje bên amadekirin ku rejîma Nazî jin li wan deveran êsîr dihişt.