Li Îtalyayê kampa Jineolojiyê ya 6’emîn hate lidarxistin

Li Îtalyayê ev serê du salan e kampên Jineolojiyê tên lidarxistin. Jin di kampa dawîn de ya di 19-25’ê Tebaxê de hatin ba hev.

48 jinên Îtalyan tevlî kampa Jineolojiyê bûn. Di kampe de semîner û xebatên atolyeyê hene yên ku xwe dispêrin tecrubeya felsefîk, îdeolojîk û pratîk a tevgera jinên Kurd. Di kampê de biryar hate stendin ku sala pêş jî xebatên Jineolojiyê were kirin.

Li Îtalyayê îsal bakur û başûrê welat esas hatibû girtin û heta niha 5 kamp hatibûn lidarxistin. Di vê kampa fînalê de jî encamên derketibûn holê ,hatin pratîzekirin. Beşdarî bêtir ji bajarên Roma, Napolî û Genovayê bû. Jinên ji tecrubeya Chîapas a Meksîkayê û tevgera No Moûs a Sîcîlyayê jî di nav de gelek çalakger tevlî kampan bûn.

Di roja pêşîn a kampê de semînera bi navê ‘Destpêka Jineolojiyê’ hate dayîn. Di heman demê de mijarên wekî hevjiyîna azad, kuştina mêrtiyê û metodên tevgera jinên Kurd hatin pêşkêşkirin. Di kampê de beşên wekî ekonomî û xweparastin jî tevî aliyên wê yê teorîk û pratîk hate dayîn.

XEBATÊN ATOLYEYÊ HATIN KIRIN

Di kampê de atolyeya bi navê ‘Kuştina Mêrtiyê’ hate lidarxistin. Beşdaran bandora pergala patrîyarkal a li ser xwe, pênasekirina wan a mêrtiyê bi nivîskî pêşkêş kirin.

Endama Komîteya Ewropayê ya Jineolojiyê Zîlan Dîyar diyar kir ku kamp çanda berxwedanê belav dike û metodên wan rê vedikin. Endama Komîteyê Necîbe Qeredaxî jî qala derbaskirina bandorên modernîteya kapîtalîst û lîberalîzma wê kir.

Di roja dawîn a kampê de ji bo xebatên sala pêş hin biryar hatin stendin. Komên perwerde, lêkolîn, sazîbûn û vegotina Jineolojiyê ya hunerî hatin avakirin. Di 24’ê mehê de êvarî jî xwepêşandan, semîner û skeçên kurt û stran û dansên ji herêmên cihê yên Îtalyayê hatin pêşkêşkirin.