Elmas Ozgul rehmet kir

Berxwedêra malbatên Girtîgeha Amedê Elmas Ozgul li Frankfûrtê rehmet kir.

Elmas Ozgul nêzî 25 salan li Elmanyayê dijiya. Mehek berê ji ber nexweşiyan ew rakiribûn nexweşxaneyê. Ozgul îro li nexweşxaneya Hochst Klînîkê rehmet kir. Cenazeya Ozgul wê sibê bişînin Dîlokê û wê li Dîlokê were veşartin.

YEK JI BERXWEDÊRA 12’Ê ÎLONÊ BÛ

Elmas Ozgul di serdema 12’ê Îlonê de bi awayekî çalak piştgirî dida çalakiyên hevgirtinê yên berxwedana Zindana Amedê. Ozgul di sala 1987’an de ji bo piştgiriya rojiya mirinê ya li Girtîgeha Amedê tevlî çalakiya dagirkirinê ya Eywana Komê ya ANAP’ê bûbû. Piştî hevdîtina bi Wezîrê Edaletê, daxwazên wan pêk hatibûn û çalakiya dagirkirinê bi dawî bûbû. Ozgul dema ji meclîsê derketibû, hatibû destgîrkirin û 3 mehan di girtîgehê de mabû.