Li Parîsê qirkirina jinê hate şermezarkirin

Li Fransayê 97 jinên ku ji 1'ê Çileyê ve ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Parîsê bi çalakiyekê hatin bîranîn û polîtîkayên femînîcîde hate şermezarkirin.

Pankartek ji navên jinên ku ji meha Çileyê ve li Fransayê hatine qetilkirin li avahiya şaredariyê ve hate daliqandin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Jin tên qetilkirin", "Bes e ji komkujiya jinan re", "Li dijî komkujiya jinan têkoşîna hevpar", "Bijî têkoşîna jinan" hatin berzkirin.

Şaredara Bajarê Mezin a Parîsê Anne Hidalgo û şaredarên din ên jin, nûnerên rêxistinên jinan, jinên sendîkayî û jinên FEMEN tevlî çalakiyê bûn.

Qisekeran polîtîkayên dewletê yên ji serweriya mêr rexne kirin.