Dayik: Em şaredariyên xwe bi dest wan ve bernadin

Dayikên ku li dijî qeyûmên dagirker li eniya pêş in, gotin, ‘’Em ê li dijî vê neqhiyê li mal bêdeng neminin, em ê li kuçeyan têbikoşin û şaredariyên xwe bi dest wan ve bernedin’’.

Dagirkeriya qeyûman a li ser şaredariyên Kurdistanê yên Amed, Wan û Mêrdînê didomin. Li dijî dagirkeriya qeyûman Mêrdîn ev 13 roj in li ber xwe dide. Yên ku pêşî têne çalakiya nobetê ya li Mêrdînê dayik in. Dayik dibêjin heta ku heqê xwe bistînin ew hazir in ku têbikoşin. Dayik ên ku ji roja pêşî ya çalakiyê ve polis tundiyê li ser wan dikin û gazê davêjin ser wan gotin, ‘’Nikarin me bi gazê û bi jopan bitirsînin, em ê li pey hevşaredarên xwe bin.’’

Dayik Sûreyya Yilmaz ku ji roja pêşî ve li ber xwe dide got, ‘’Em ê şaredariyên xwe bistînin. Ew şaredarî ya me ye. Me bi xwîna xwe, bi neynûka xwe bi dest xist, niha jî ji wan weye ku em ê bi dest wan ve berdin. Erdogan doza çi li me dike. Ev şaredarî bi xwîna zarokên me hatine standin. Em ê jî heta dilopa dawî ya xwîna xwe li şaredariyan xwedî derkevin.’’

Dayik Ayten Gunay jî got ew ê ti caran qeyûm qebûl nekin û got, ‘’Ev der cihê bav û bapîrê min e. Ji roja roj de ev der xaka me ye. Şaredarê me jî zarê vê xakê ye. Kesekî ku me neaniye em naxwazin.  Bila vegerin ser xaka xwe û qeyûmtiyê li wir bikin. Em dikarin xaka xwe rê ve bibin. Em ji bo dengên  xwe, ji bo xwe û vîna xwe li vir in. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin.’’

JI BO VÎNA XWE LI VIR IM

Dayika Şukriye Ogmen ku ji Stewrê ye got, ‘’Şaredarî ya me ye. Şaredar me hilbijartin. Em wan tenê nahêlin. Ji bo vîna xwe, ji bo me ez li vir im. Ez dixwazim ne bi dehan ke, bi sesan kesî dixwazim têbikoşim. Em hemû bi hev re li dijî qeyûm rabin. ‘’

Dayik Havlet Oncû jî got, ‘’Heta ku qeweta min hebe ez ê li ber xwe bidim. Heta ku em heqên xwe  bistînin em ê li kuçeyan bin. Em hevserokên xwe tenê nahêlin. Ez dizanim ku gelê me jî weke min difikire. Ji ber vê, ez bang li wan dikim ku derkevin kuçeyan.’’

EM LI DIJÎ ZILMÊ NE

Yek ji dayika dî ya çalakvan Sebahat Irmak jî got, ‘’Ez li dijî zilmê me, neheqiyê qebûl nakim. Ez ê her roj werim çalakiyan. Çi kesê misilman be, xwedî wijdan be divê wiha bike. Bila kes li mal nerûne. Xwedê bêdengan efû nake. Ev neheqî ye, divê em li dij rabin.’’

Dayik Ayşe Saman jî got, ‘’Ez jî îro hatim berxwedanê. Ez vê hîn bûm. Min ev hînî zarokên xwe jî kir. Zrokên min berdêla xwe dan. Ez jî ji bo ku li berdêlên wan xwedî derkevim, heta mirinê ez ê li ber xwe bidim. Ez ê li malê bêdeng neminim û li kuçeyan şerê xwe bikim.’’