Jinan qeyûm protestokirin: 23 kes hatin destgîrkirin

Endamên Platforma Hêza Yekîtiya Jinan xwestin li Beşîktaşê qeyûman protesto bikin. Polîsan êrîşî jinan kirin, nûçegihana rojnameya Taylan Ozgur Gelecek Ozgur Oztaş jî di nav de 23 jin bi lêdanê destgîrkirin.

Polîsan êrîş bire ser çalakiya endamên Platforma Hêza Yekîtiya Jinan ên xwestin desteserkirina qeyûman protesto bikin. Polîsên beriya çalakiyê derdora Pastexaneya Hakan a Beşîktaşê pêçan rê nedan ku jin daxuyanî bidin.

Parlementerên HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Oya Ersoy, Zuleyha Gulum û Serpîl Kemalbay jî tevlî çalakiyê bûn. Dema ku jinan dirûşim qîr dikirin polîsan êrîş bire ser jinan. Di dema aloziyê de parlementerên nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê dan hatin derbkirin. Tîmên hêzên çewîk bi gaza bîber û guleyên pilastîk êrîşî jinan kirin û vê navê de gelek jin ji ber gaza zêde ji ser hişên xwe çûn. Nûçegihana Ozgur Gelecek Taylan Ozgur Oztaş a dîmen dikişand jî di nav de 23 jin bi lêdanê hatin destgîrkirin.