KJAR: Li dijî şidetê bi yekîtî têbikoşin û azad bibin

KJAR: Çawa ku pirsgireka jinê sinorên welatan derbaz kir û gerdunî bû, pêwîst e ji bo çareseriyê jî li asta gerdûnî  têkoşîn bê dayin.

KJAR’ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişande ser rewşa jinan û got; “Çawa ku pirsgirekê jine sinorên welatan derbaz kir û gerdunî bu pêwîst e ji bo çareseriyê jî li astê gerdûnî  têkoşîn bê dayin. Ji bo vê jî me KJAR'ê,  ji bo ku pirsgirekên  azadiya jinan û guhartina civak bibe rojev û ji bo pêşxistina jiyanek alternatif ku bi çerçoweya pengava “Li dijî şidetê bi yekîtî têbikoşin, azad bibin’' me 28 Tîrmehê starta pengavê dabû. Bi wesîleya 1 îlonê roja Aştî a Cîhanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad bijîn, xeyalên wan nekujin, peşketinên wan a azad sînodar nekin, di nava pêngava me de me, kampanyaya ‘'ji bo zewacên zarokan  na' didîn destpêkirin.”

Daxuyaniya KJAR’ê:

“Serdema em tê de dijîn jinan dehf dide ber kendalan  û civakê ber bi tunebûyînê ve dibe.  Em dikevin merheleyek wisa de ku nakokiyên civakî, netewî, çînî, aborî, hawirdor hwd. pir giran dibin.  Ev rewş di heman demê de encamê rizandina  hezar salan a dîroka şaristaniyê ye.  Çawa ku pirsgirekên civakî di encama zihniyet û desthilatiya zilem de  derdikevin holê  îro jî  bi tekoşîna jinê ve mûdaxaleyek li ser jiyana civakî tê kirin û di vê çerçeveyê de guhertin û veguhertin pêk tên. 

Yêk ji erkê jinê ew e ku bingehîn qirkirina civakê bide sekinandin.   Piştî ku tevgera azadiya Kurdistanê ji tespîta Serokatiya me a ku digot; '‘ê sedsala 21. bibe sedsala azadiya jinê’ kete rê û şûn de pergala zilemsalarî ji bo ku ev yêk pêk neyê  bi her awayî dijî wê şuxûlî.   

 Pergala zilamsalarî  dibêje ku serdema birdoziyan xelas bûye.  Ev gotine di bingeh de ji bo ku jin û civakê ji birdozî û felsefeya azadiyê cuda bike  hatiye gotin. Li dijî vê di nava tekoşînek birdozî û zanistiyekê de tevgerandin girîng e.  Ji ber ku êrîşên pergalan ên li dijî jinê heta dawiyê xwedî birdozî ne.  Zanistiya zayendî û birdoziya wê di heman demê de  li hemberê sistema avakirina zilam tekoşîn e.  Sedsala 21. di heman demê de ew dem e ku desthilatên klasîk, netew dewlet, newekheviyên civakî tên lêpirsînkirin û tên bihûrandin.   

Qeyranên sistemê yên heyî di rastiya xwe de gelek rê û rêbaz pêşkêş dike ku tu azadiya jinê bidî afirandin. 

 Pêwîst e rolên ku ji aliyê şaristaniyên bi hezaran salan teybet jî şaristaniyên kapîtalîst ji jinê re diyar kirî, bi awayeke ciddî were lêpirsîn  û ji bo ku ev rol werin guhertin siyaseta ku niha ji aliyê eqlê mêr ve tê rêvebirin baş were tehlîlkirin û li dijî viya tekoşîn were kirin. 

“Zilemên dewletê” di roja me ya îro de bi gotin û ferasetên ne li gorî exlaqa civakê, yên  zayendperest, netewperest û olperest ve mirovahiyê perçe dike û bi hevdu dide qirkirin.  Bi vî awayî faşîzmê pêş dixin û civakan qurbanê ajo û qelsiya xwe dikin.  Wexta em li kesên ku nûneriya hêzên emperyalîst a cîhanê yên wek Serokê DYA Donalt Trump, Serok Dewletê Rusya  Vladimir Putin, Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron dikin û yê ku li Rojhilata Navîn pêşengtiya rejîmên totalîter, di Serokvezîrê İsrail Benyamin Netanyahû,  Qralê Erebîstana Sûdî Selman Bin Abdulazîz, Serokê Olî yê  İranê  Alî Xameneyî, Serokkomarê Turkiye Tayyip Erdogan mêze bikin em ê vê siyaseta qirkirina civakê eşkera bibînin.  Ev kesayetên nexweş  ku xwe Serok û serwerên  cîhanê  ê yekemîn  dibînin ne tenê jinê, di şexsê jinê de tevahî civakê dikin hedefa xwe de. 

Faşîzm û tevahî desthilat,  siyaseta ku bi hiş û zimanê zilem ve pêş dikeve, şer, qeyranên civakî û aborî herî zêde jinê bandor dike.  Pirsgireka jin êdî sînorên netewî, çînî, heremî bihurandine û vegeriyaye qrîzek global.  Zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî ku berhemên eqlê mêrê serdestin,  li pêşiya jiyana jinê û civakê a wekhev, adil û azad astengiyeke mezin çêdike. 

Ji ber ku dewletên ku bi eqlê serdest ên zilêm ve tên rêvebirin şûna ku wekheviya civakê esas bigirin bi ferasetek talanker,  cîhadker, dagirker ve mêzeyî derdora xwe dikin û li pey xeyalên xwe xistina  hêzeke hegemonîk ê navendîne,  civakan her tim ber bi şeran ve dikişînin.  Wexta viya dikin jî dixwazin ku jinên wî welatî jî  dev ji jiyana azad  û wekhev berde û tenê guhdarî gotinên wan bike.  Di bin navê xizmetkirina şer de wekî makîneyekê zarok anînê dixwazin her tim ew jin  zarokan bînin.  Dixwazin mudaxaleya her kêlî jiyana jinê bikin jin wê çawa li kûderê û bi kê re bijî diyar bikin  û bi vî awayî jî dixwazin  jinê têxin jêr  qontrola xwe de.  Ji bo serdestiya siyaseta zilam kevneşopiya civaka Rojhilata Navîn dibe zemînek.  Ev yek jî ji bo jiyana jinê hîn zêdetir zehmetiyekê ava dike.   

 Li Rojhilata Navîn pirsgirek û nakokiyên herî bingehîn ên jinê ew e ku bi eqliyeta kevneşop a zilamsalar ve rêvebirina siyasetê yeû vî siyasetê sepandina li ser jinê ye.  Lê moderniteya Ewropa jî  bi pêşkêşkirina jiyaneke balkêş,  jinê ji cewher û rastiya xwe dûr dixîne, mûdaxaleya   sosyolojî, psîkolojî heta biyolojiya wê dike û neçarî jiyaneke mecazî ya ku ji rastiyê dûr dike.  Tevgera jin bi hemleya xwe a bi navê “niha dema guhartina û azadiyê ye'' dest bi lêpirsîna kevneşopiya civakî û rola ku ji jinê re hatî  diyarîkirin dike.  Ev pêngav,  di hemû beşên Kurdistanê û derveyê welat de li gorî xwesertiyên xwe hatiye destpêkirin. 

Çawa ku pirsgirekê jinê sinorên welatan derbaz kir û gerdunî bû, pêwîst e ji bo çareserî jî li astê gerdunî de têkoşîn bê dayin. Ji bo vê jî wek KJAR,  ji bo rojev kirina pirsgirekên  azadiya jinê û guhartina civak û ji bo pêşxistina jiyanek alternatif ku li çerçeveya pengave “Li dijî şîdetiye bi yekîtî têbikoşin, azad bibin''  me 28 Tîrmehê starta pengavê dabû. Bi wesîleya 1 Îlonê Roja Aştî a cihanê, ji bo zarokên me li cîhanek yeksan û azad de bijîn, xeyalên wan ne kujin, peşketinên wan a azad sînodar nekin, di nava pêngava me de em kampanya ye
,''Ji zewaca zarokan re na'' didin destpêkirin. Pêngava me her meh bi kampanyayeke bi bandor çareser kirina pirsgirekan wê rêveçûnê esas bigre. Şuna ku xeyalên zarokên ku pêşerojên mene hilweşînin, ji bo pêkanînê xeyalên wan têkoşînê esas bigrin. Zarokên ku bi darê zorê têne zewicandin dibine qurbaniye zîhniyeta zilamên serdest ku ferasetê olperestî û kevne şopiya civake peş dixînin,  pêwîst e ku zarokên me  ji vî zîhniyeta ku zarokan dike qurbanê xwe were rizgar kirin û jiyanek azad ji bo wan were bexşandin.  Ji bo vê yekê banga me; di serî de li jinên Rojhilata  Navin û tevahî jinan  ew e ku zarokên me yê ku li her deverê cihanê dibe qurbaniye zihniyeta zilamên serdest têkoşînek yekgirti bikin. Bi vê çarçoweyê kampanya ku li Nijerya bi navê “tu sucdar nîn î” hatiye detpêkirin gavekî gîrîng e.      

Li gor vê yêkê   pêwîste zayendperestiya civakê were lêpirsîn û  avaniyên ku li pêşiya azadiya jinê dibin asteng werin hedef girtin û  ji bo guhertinê zextek bê ava kirin.  Ji bo cîhanêk azad a jinÊ wêre avakirin, pêwîste hemû jin  zayendperestî, netewperestî, olperestî û zanistperestî wek argumanên ku li dijî wana têkoşîn bikin bigrin dest. Ji bo cîhanêk azad a jinê wêre avakirin, li dijî moderniteya Kapîtalîst moderniteya demokratîk; li dijî hilweşandina hawirdor û xwezayê tekoşîna ekolojik;li dijî pergala talanker a kapîtalîst, aboriya komûnal pêwîste wek alternatîf were pêşkêşkirin. Roja me ya îro deçawaniya pirsgirekên ku tên jiyîn,  di çêbûyîna şoreşan û guhertina seyra dîrokê de xwedî teybetmendiyekê ne.  Em KJAR bi vî zanebûnê guhertina seyra dirokê li gor berjewendiya jinan werin guhertin, têkoşînek aktîf, sekneke xurt, afirandina Jiyanek alternatif ji bo me nebe nabe ye. 

 Bi çarçoweya li Rojhilata Navîn  felsefeya jiyana azad,  pêwîste em bi hemû jinên gelen ku em bi hevdu re dijîn, tekoşînek hevbeş pêş bixin û li derdora slogana Jin-jiyan-azadî de pirsgirekên xwe rojev bikin û çareserî derxînin holê, jin bibin parazvanên şoreşê yên herî bibandor. Em jinên cîhanê eger em inşaya serdema jinê dixwazin pêwîst e em rojevên xwe li ser navê jinên têkoşêr yên cîhanê rojevên  bikin yek.  Bi vê çarçoweyê em  KJAR em bangawazi li hemû  tevgerên jinê ên li dijî pergalê ne dikin, yên  ekolojîst, femînîst, dijfaşîst, dijkapîtalîst, rewşenbîr, hunermend û hwd. Ji bo ku em bi hev re guhertin û azadiya xwe bi destbixin bi têgihîştina, 'Li dijî şîdetê bi yekîtî têbikoşin, azad bibin'', têkoşîna hevbeş bikin.''