Desteserkirina şaredariyan li Kranîkûtê hate şermezarkirin

Desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê li navçeya Kranîkût a Rûsyayê hate şermezarkirin.

Jinên Kurd ên li navçeya Kranîkût a bajarê Saratov ê Rûsyayê bi daxuyaniyeke çapemeniyê desteserkirina şaredariyên HDP'î şermezar kirin.

Ji rêveberên Tevgera Jinê ya Rûsyayê Fatma Kadîrova li hewşa Komeleya Çanda Kurd a Krasnîkûtê axivî û got, "Divê dewleta Tirk siyaseta xwe ya înkarkirina Kurdan bi dawî bike."

Kadîrov anî ziman ku gelê Kurd divê li dijî vê neheqî û talanê têkoşîna xwe geş bike û got, "Bi navê jinên Kurd ên li Rûsyayê em dibêjin ku di vê têkoşîna mafdar de em bi wan re ne. Her wiha em bang li hêzên navneteweyî dikin ku li  pêşberî vê neheqiyê bêdeng nemînin û hebin hevparê vê yekê."

Çalakî bi qîrîna dirûşmên li dijî AKP-MHP'ê bi dawî bû.