Rûsyayê li eniya rojhilat 2 gund bi dest xist
Artêşa Rûs li hemberî hêzên Ûkraynayê ku xwedî artêşeke hîn biçûk e, bi mehan e hêdî hêdî bi pêş ve diçe. Hate ragihandin ku kontrola du gundên din ên li eniya rojhilat ketiye destê Rûsyayê.
Artêşa Rûs li hemberî hêzên Ûkraynayê ku xwedî artêşeke hîn biçûk e, bi mehan e hêdî hêdî bi pêş ve diçe. Hate ragihandin ku kontrola du gundên din ên li eniya rojhilat ketiye destê Rûsyayê.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de hate gotin, yekîneyên koma 'Başûr' kontrola gundê Iantarne yê li herêma Donetskê ya li rojhilatê Ûkraynayê xistine destê xwe.
Hate îdîakirin ku gund piştî şerê bi hefteyan rja Duşemê kete destê Moskowayê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê her wiha diyar kir ku roja Yekşemê gundê Kalinove yê li herêma Harkivê ya li bakurrojhilatê Ûkraynayê ketiye destê wan.