Tûgan a ku 28 sal şûnde gihişt kurê xwe, rehmet kir

Semîha Tûgan a ku kurê wê Serhat Tûgan 28 salan di girtîgehê de bû, piştî ku kurê wê hate berdan,  rehmet kir.

Serhat Tûgan ê ku kurê Semîha Tûgan e, 28 sal berê hatibû girtin. Piştî 28 salan kurê wê hate berdan lê hesreta wê bi tenê du mehan domiya û Semîha Tûgan a 73 salî rehmet kir.

Serhat Tûgan ê ku li derveyî bajêr bû, nekarî tevlî şînê bibe. Ji bo Tûgan li Camîya Çatallarê şîn hate danîn.