MAK’ê li Amed û Geverê çalakî lidar xistin: Du dagirker birîndar bûn

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK) li Amed û li navçeya Gever a Colemêrgê li dijî hêzên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên bi bandor lidar xistin.

Milîsên Azadiya Kurdistanê (MAK), bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku wan li Amed û Geverê çalakî lidar xistine, di encama çalakiyan de du dagirker birîndar bûne û gelek wesayît derb xwarine.

Daxuyaniya MAK’ê bi vî rengî ye, “Milîsên me di 10'ê Kanûnê saet 21:00’an de li taxa Şêx Şamîl a navçeya Rezan a Amedê li dijî wesayiteke ku hêzên dewleta Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyeke bi çek û bombeyî pêk anîn. Wesayîta bi navê Ford Ranger bi bombeyên destan û çekên ferdî bi awayekî bi bandor hate derbkirin. Di encama vê çalakiya milîsên me de derbeke giran li wesayitê hate xistin û herî kêm 2 dagirker birîndar bûn. Milîsên me piştî çalakiyê vekişîn cihên xwe yên ewle.”

MAK’ê, ragihand ku milîsên wan heman rojê saet derdora 19.30'an li dijî Qereqola Polîsan a 75. Yilê ya li Taxa Eskî Kişla ya Geverê çalakî lidar xistine û ev agahî parve kirin:

"Milîsên bi bombeyên destan û fîşekên hewayî li dagirkerên ku li avahiya qereqolê û baxçê bûn xistin. Piştî teqînan dagirker bêserober gule reşandin hewirdorê û di navbera milîsên me û polîsên dagirker de pevçûneke demdirêj rû da. Di encama çalakiyê de wesayîtên aîdî dagirkeran hatin derbkirin û tax demeke dirêj hate dorpêçkirin."