Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm hate veşartin
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm ê li Dêr Hafirê şehîd bû, li Dirbêsiyê li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm ê li Dêr Hafirê şehîd bû, li Dirbêsiyê li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî hate veşartin.
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Îbrahîm El Îbrahîm 9ˈê Çileya îsal li herêma Dêr Hafirê dema erka xwe bi cih dianî şehîd bûbû. Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dirbêsiyê îro li Pakrewangeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê merasîmê oxirkirina şehîd Îbrahîm El Îbrahîm li dar xist.
Merasîma ku bi sedan şênî tev lê bûbûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Cizîrê Zîwer Elî axivî. Zîwer Elî di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û der barê geşedanên siyasî de jî ev nirxandin kir "Herêm di qonaxeke hestiyar re derbas dibe. Hêzên kapîtalîst ji bo şikandina îradeya gelên me komployan dikin. Di vê demê de bi taybetî ji me tê xwestin ku em nirxên xwe biparêzin û heya serkeftinê şopdarên rêya şehîdan bin."
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirên ên Dirêbêsiyê Alan Dawûd bal kişand ser ked û têkoşîna şehîd Îbrahîm û ev tişt got: "Şehîd Îbrahîm sembola welatparêziyê bû. Di gelek operasyonên parastina herêmê de cih girt. Heya kêliya dawîn li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi qehremahî şer kir."
Alan Dawûd soza domandina têkoşînê da.
Di dawiya merasîmê de wesîqeya şehîd Îbrahîm El Îbrahîm hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Girse cenazeyê şehîd Îbrahîm bi dirûşme û tilîliyên dayikan spartin axê.