JIN
Hemû Nûçe
-
Li Farqînê mirina bi guman a jinekê
Farqînê, jina bi navê M.Ş. ku tê îdîakiriye întixar kiriye, jiyana xwe ji dest da. -
Fermandara YJA Starê: 11 rojan nekarîn bikevin mewziyekê
Ji fermandarên YJA Starê Hêzil Ozgur diyar kir, di operasyonê de ya bi tevlêbûna bi hezaran leşkerî ji bo ku bikevin mewziyekê 5 balafir, 11 helîkoptêr hatine bikaranîn, 37 caran leşker hatine danîn û çeka kimyewî avêtine. -
Jinên Xwendekar ên Kurdistanê jin vexwendin Konferansa 2’an a JXK’ê
Jinên Xwendekar ên Kurdistanê ji bo 2’emîn Konferansa JXK a ku wê 29’ê Gulana 2021’ê bê lidarxistin banga tevlîbûnê li hemû jinên xwendekar kir. -
Jinên KNK’yî dosye dan hikumeta Elmanyayê
Jinên ku endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne ji bo sekinandina dagirkeriya dewleta Tirk li Berlînê li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê daxuyanî dan û dosyeyek pêşkêş kirin. -
Jinan darizandinên Doza Kobanê protesto kirin
Endamên Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê darizandinên di Doza Kobanê de protesto kirin. -
KCDP: Em ê li tevahiya welêt li ser piyan bin!
Meclîsên Jinan ên KCDP'ê biryar da ku di dema nû de têkoşînê mezin bike û got, "Em ê li tevahiya welêt li ser piyan bin." -
TAJÊ berxwedana gerîla silav kir
Endamê TAJÊ’ li Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anî ziman û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir. -
Jinên HDP'î careke din pirsîn: Gulistan Dokû li ku derê ye?
Meclîsa Jinê ya Dersimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 500'î ya windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû de li ser Pira Dinarê daxuyaniyek da û careke din pirsa "Gulistan Dokû li ku derê ye?" pirsîn. -
Li Pazarcixê jinek hate kuştin
Li navçeya Pazarcixê ya Meraşê li taxa Ahmet Bozdagê Erdal Bozder, Gulendam Gozu kuşt, ku beriya bi demekê ji hev cidwa bûbûn. -
Li Mersînê mirina bi gumanbarî ya jinekê
Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê Şefîka O. ya 73 salî jiyana xwe ji dest da. -
Komeleya Jinê ya Rosa ji bo Peymana Stenbolê doz li Dadgeha Şêwirmendiyê vekir
Komeleya Jinê ya Rosa, ji be betalkirina Peymana Stenbolê ji aliyê hikumeta Tirk ve, serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da. -
Zozan Çewlik: Em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê
Fermandara Biryargeha Navendîya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û got, "Ti êriş wê nikaribe me bisekinîne. Vê carê wê teqez azadî bi ser bikeve." -
Li Bûcayê jinek hate qetilkirin
Li Bûca ya Îzmîrê jina bi navê Zeyneb V. hate qetilkirin. -
Dayikên Şemiyê pirsa Aksoy û Cîngoz kirin
Dayikên Şemiyê vê hefeyê di çalakiya xwe de pirsa Edîp Aksoy û Orhan Cîngoz ên li Amedê hatin ‘qetilkirin’ pirsîn. -
Zerrîn Rûken: Yekîtî nebe wê ev şer her kesî bişewitîne
Rûken destnîşan kir, ku li dijî êrişên dewleta Tirk divê Kurd û hêzên demokrasiyê hemû bibin yek û got, "Yekîtî nebe wê şer her kesî bişewitîne. Ji ber vê yekê divê hêzên demokratîk li ber operasyonan rabin, helwestê nîşan bidin." -
Li Osloyê qirkirina jinan û êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin
Kurdên li Osloyê tevî dostên xwe li dijî qirkirina jinê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Norwêcê û cîhanê hate kirin. -
Jinan li Bordeaûxê li ser tecrîdê agahî da
Li bajarê Bordeaûx a Fransayê Komuna Jinan a Avesta Xabûr, li Qada Şanoyê li dijî tecrîda li ser Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da. -
Meclîsa Jinê ya Sêvê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin
Li paytexta Danîmarka Kopenhagê di çarçoveya pêngava TJK-E ya bi sirûda ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Zap, Metîna û Avaşîn. Dem dema azadiyê ye’ çalakiya kon hate lidarxistin. -
78 baro li Peymana Stenbolê xwedî derkevin
78 baroyan peyama, ''Me dev ji Peymana Stenbolê neqeriyaye'' da û ji bo ku AKP-MHP'ê xwe ji pişt peymanê daye alî helwest nîşan dan. -
Li dijî qirkirina jinê, kampanya têkoşînê ya global hate destpêkirin
Li gelemperiya cîhanê 73 rêxistinên jinan û 181 kesayetên jin, ji bo teşhîrkirina polîtîkayên komkujiya jinan û pêşîgirtina li qirkirina jinê dest bi kampanyayeke têkoşînê ya global kirin. -
Parlementerên HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê meşiyan
Parlementerên HDP’ê di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîmê meşiyan û gotin “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.” -
Parlementerên jin ên HDP’ê li Amedê xwedî li Peymana Stenbolê derketin
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li pêşiya Birca Keçiyê ya li Amedê diyar kir ku ew ê xwedî li Peymana Stenbolê û berxwedana jinan derkevin. -
Jinên Kurd ên li Saratovê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn
Jinên Kurd ên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li her cihî li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin. -
Akyildiz û Arslan jiyana xwe ji dest dan
Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz û dayika Hevserokê berê yê DBP'ê Mehmet Arslan Fatma Ayşe Arslan jiyana xwe ji dest dan. -
TJK-E'yê ji bo çalakiyên 'Bes e ji dagirkeriyê re, dema azadiya Rêber Apo ye' bang kir
TJK-E, wê di çarçoveya pêngava 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema azadiya Rêber Apo ye' li gelek bajarên Ewropayê di 12'ê Gulanê de çalakiyan li dar bixe. Ji bo van çalakiyan jî banga tevlîbûnê kir.