Komeleya Jinê ya Rosa ji bo Peymana Stenbolê doz li Dadgeha Şêwirmendiyê vekir
Komeleya Jinê ya Rosa, ji be betalkirina Peymana Stenbolê ji aliyê hikumeta Tirk ve, serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da.
Komeleya Jinê ya Rosa, ji be betalkirina Peymana Stenbolê ji aliyê hikumeta Tirk ve, serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da.
Komeleya Jinê ya Rosa ku têkildarî betalkirina Peymana Stenbolê serî li Dadgeha Şêwirmendiyê da, diyar kir ku peymanên navneteweyî yên li gorî ûsilê bi cih hatine anîn, di hukmê qanûnê de ye.
Di daxwaznameya dozê de hate ragihandin ku betalkirina peymanê bi biryarnameya Serokkomariyê li dijî dewleta hiqûqê ye.
Komeleyê ragihand ku biryara betalkirinê ji aliyê destûra bingehînî ve di bêhikum e û ji bo betalkirina biryarê hate xwestin ku bicihanîna biryarnameyê were rawestandin.