Jinan li Bordeaûxê li ser tecrîdê agahî da

Li bajarê Bordeaûx a Fransayê Komuna Jinan a Avesta Xabûr, li Qada Şanoyê li dijî tecrîda li ser Rêbêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî da.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û protestokirina tecrîdê dewam dikin.

Di vê çarçoveyê de Komuna Jinan a Avesta Xabûr li bajarê Bordeaûx a Fransayê li Qada Şanoyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek kirin.

Qertên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd li ser bi gulan li welatiyên li qadê belavkirin û li ser tecrîdê agahî dan wan.