Li Mersînê mirina bi gumanbarî ya jinekê
Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê Şefîka O. ya 73 salî jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Tarsûsê ya Mersînê Şefîka O. ya 73 salî jiyana xwe ji dest da.
Li Tirkiyeyê ku bûyerên kuştina jinan zêde dibe, jineke din bi rengekî gumanbarî mir.
Li taxa Anitê ya navçeya Tarsûsê ya Mersînê, li qadeke înşaetê cenazeyê jinekê hate dîtin.
Eşkere bû ku cenaze yê Şefîka O. a 73 salî ye. Cenazeyê Şefîka O. rakirin Saziya Tipa Edlî û têkildarî bûyerê lêpirsînê dest pê kir.