TJK-E'yê ji bo çalakiyên 'Bes e ji dagirkeriyê re, dema azadiya Rêber Apo ye' bang kir

TJK-E, wê di çarçoveya pêngava 'Bes e ji dagirkeriyê re, dem dema azadiya Rêber Apo ye' li gelek bajarên Ewropayê di 12'ê Gulanê de çalakiyan li dar bixe. Ji bo van çalakiyan jî banga tevlîbûnê kir.

Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyek weşand û diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişê dibe ser Kurdên azad, xeta azadiya jinê û ji bo çalakiyên 12'ê Gulanê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên hegemonîk û dagirker ji bo karibin sîstema xwe ya mêtingeriyê bidomînin her roj qirikrina fîzîkî û çandî li gelê Kurdistanê ferz dikin. Ya ku li dijî van êrişên qirkirinê şer dike, têdikoşe, dîroka windakirî ya jinê ji nû ve radixe pêş çavan, bi modela jiyana alternatîf bûye modelek ji tevahiya cîhanê re, felsefeya Rêber Apo û têkoşîna PKK'ê ya li çiyayên azad e. Lewma hêzên navborî hewl didin pêşî li vê têkoşînê bigirin û biqedînin. Ya ku van hêzên mêtinger û dagirker fêhm nekirine ew ku li gel êriş û komployan jin, ciwan, gelê Kurd li ser piyan e, eniya têkoşînê ya li dijî roj bi roj zêde dikin û destketiyan mezin dikin.

Rêberê me li nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê dîl bê girtin jî fikrên wî li tevahiya cîhanê belav dibin. Îro ji bo azadiya Rêber Apo bi milyonan mirov diherikin qadan û wê hîn jî biherikin qadan. Axaftina herî dawî ya bi telefonê ku di 25'ê Adarê bi birayê wî Mehmet Ocalan re hate kirin, radixe pêş çavan ku dewleta Tirk ji fikir, felsefe û nêrîna Rêber Apo ditirse, lê çiqasî hewl dide ku têkiliya Rêber Apo ya bi raya giştî re qut bike, nikare li pêşiya îradeya gelê Kurd bibe asteng.

ÊRIŞÊN DAGIRKERIYÊ

Her kes zane ku dewleta mêtinger, faşîst a Tirk, hêzên ku ji laiyê civakî û îdeolojîk ve nekariye pê, her tim qirkirina fîzîkî lê ferz kiriye û konsepta tunekirina bi temamî meşandiye. Lewma di şeva 23-24'ê Nîsanê de dewleta Tirk a faşîst li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêmên Parastinê yên Medyyaê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Ev êrişa ku di salvegera Qirkirina Ermenan de hate kirin li dijî pratîka afirandina jin, kesayet û civaka azad, li dijî gerîla tê meşandin ku her roj bedena xwe fedayî têkoşîna azadiyê û gelê xwe dikin. Armanc ew e ku jin, ciwan û gelê Kurd bi felsefe û îdeolojiya Rêber Apo xwe bi pêş xistine, têdikoşin û li ser rêya azadî û rastiyê dimeşin, tune bikin.

Gerîla ji bo jin, ciwan û civaka Kurdistanê tê wateya parastina rewa. Gerîla tê wateya nasname, rûmet, afirandina civaka exlaqî-polîtîk, xwegihandina xeyalên miorvên azad, hilanîna tola jinên ku destavêtin, destdirêjî û qirkirin lê tê ferzkirin, tê wateya tuneikrina zîhniyeta bi serweriya mêr. Lewma em bi rengekî eşkere dibêjin, êrişa li dijî gerîla êrişa li dijî xeta jinê ya azad, êrişa li dijî îdeolojiya Rêber Apo, êrişa li dijî jin û ciwanan e.

ÊRIŞ LI DIJÎ PARADÎGMAYA DEMOKRATÎK, EKOLOJÎK Û AZADÎPARÊZIYA JINÊ TÊ KIRIN

Êrişa li ser gerîla tê wê wateyê ku konsepta dagirkeriyê li çar parçeyên Kurdistanê bi giranî dewam dike. Hevkariya îdeolojîk û leşkerî ya PDK'ê hîmekî vê konseptê ye. Bi zîhniyeta dewletperest a PDK'ê re êriş li dijî paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê tê kirin ku hewl tê dayin li Rojhilata Navîn bê afirandin.

Ji ber vê yekê êrişên doh ên li ser Xakurkê, Heftanîn û Garê, êrişên îro yên li ser Zap, Metîna û Avaşînê ji bo me êrişên li dijî xeta jinên azad e, êrişên li dijî destketiyên Kurd, Kurdistan û gelên Rojhilata Navîn e.

Yekane bersiva li van êrişên bi rêk û pêk, ne tenê gerîla ye. Her Kurd, her jin, her ciwanên xwedî armanca 'jiyaneke azad, bi rûmet û exlaqî-polîtîk', her mirovên xwedî feraseta azadî û sosyalîzmê ne, berpirsyar e.  Eger îro li wan çiyayan li gel şert û mercên gelekî giran gerîla li ber xwe dide, bi ser dikeve, dijmin jî derbê dixwe, em civak jî divê li qadan têkoşînê geş bikin û xwedî li azadiyê derkevin.

Gelê me yê li Ewropayê, jin û ciwanên Kurd bi dehan salan rêxistiniya xwe parast, xwedî li welatparêziyê derket û ji aliyê ruhî û fikrî ve têkiliya xwe ya bi welêt re qet qut nekir. Îro jî dem hatiye ku bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' rabe ser piyan, vê berxwedanê yekpare bike, hewldanên bêçare yên dawî yên dewleta Tirk a faşîst pûç bike. Ji bo serxistina pêngavên 'Dem dema azadiyê ye' û 'Em ê faşîzmê bi hev re têk bibin' ku beriya niha bi demekê dest pê kirin, divê em li qadên çalakiyan bin. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe yê li Ewropayê, jin û ciwanên Kurd, raya giştî ya demokratîk, hêzên femînîst dikin ên ku di xeta Azadiya Jinên Kurd de paşeroja xwe dibînin, ku dakevin qadan û berxwedanê mezin bikin."

Li ser vê bingehê bernameya çalakiyên ku wê bi pêşengiya TJK-E'yê li gelek bajarên Ewropayê di 12'ê Îlonê de bi çarçoveya pêngava 'Dema azadkirina Rêber Apo ye' bên lidarxistin, wiha ye:

FRANSA

Strasbourg
1 Aveneu de Conseil de L’Europe
Saet: 12.00

BELÇÎKA

Bruksel
Place de Luxemburg
Saet: 13.00

DANÎMARKA

Kopenhag
Nytorv Kobenhavn
Saet: 16.00

SWÊD

Stockholm
Åhléns/Drottninggatan
Saet: 17.00

ÎNGILISTAN

London
10 Dawning Street- Li pêşiya Serokwezaretiyê
Saet: 13.00

ELMANYA

Dusseldorf
Cih: DGB Haus, Düsseldorf
Saet: 17.00

NORWÊC

Oslo
Untenriksdepartement 7- Juniplassen
Saet: 16.00

AWÛSTÛRYA

Viyana
Li pêşiya Neteweyên Yekbûyî, UNO
Saet: 15.00