Akyildiz û Arslan jiyana xwe ji dest dan

Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz û dayika Hevserokê berê yê DBP'ê Mehmet Arslan Fatma Ayşe Arslan jiyana xwe ji dest dan.

Dayika Aştiyê Sîmanperî Akyildiz li Stenbolê li nexweşxaneya ku lê dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Sîmanperî ya ji navçeya Tetwanê ya Bedlisê bi nexweşiyê dil û astimê bû, ji ber vîrûsa koronayê 15 rojan dihate dermankirin. Sîmanperî di têkoşîna azadî, aştî û wekheviyê de timî li refên pêş ên çalakiyan bûn. Sîmanperî ku yek ji Dayikên Laçik Spî bû di çalakiyan de timî dibû hedefa tundiya polîsan. Dayika girtiyekî bû ku sala 2020'î di dema greva birçîbûnê de bi erdê re hatibû kaşkirin.

Dayika Hevserokê berê yê DBP'ê Mehmet Arslan Fatma Ayşe Arslan jiyana xwe ji dest da. Dayik Arslan ku li Edeneyê demeke dirêj li nexweşxaneyekê dihate dermankirin doh jiyana we ji dest da.

Cenazeyê Fatma Ayşe Arslan wê îro li navçeya Nîzîp a Dîlokê bê veşartin.