TAJÊ berxwedana gerîla silav kir
Endamê TAJÊ’ li Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anî ziman û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir.
Endamê TAJÊ’ li Şengalê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana gerîla anî ziman û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser qadên gerîla û Başûrê Kurdistanê jî şermezar kir.
Bi tevlîbûna endamên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li ber derê avahiya xwe ya li Şengalê ji bo piştgirîkirin û silavkirina berxwedana gerîla daxuyaniyek da.
Daxuyanî ji aliyê Berdevka TAJÊ Dayika Neam Bedel ve hate dayîn.
Dayika Neam destpêkê berxwedana gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya li Zap, Metîna û Avaşîn a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û êrîşên dagirekeriyê ya li qadên gerîla û xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kir.
Dayika Neam diyar kir ku ji 23’ê Nîsanê û vir ve li çiyayên Kurdisatanê û Başûrê Kurdistanê êrîşên dijwar tê kirin û çekên qedexekirî li ser gerîla tên bikaranîn û got: “Em dewleta Tirk û hikûmeta Herêma Kurdistanê şermezar dikin. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê destekê dide ku xaka Başûr bê dagirkirin. Li aliyê din jî Hikûmeta Iraqê bêdeng e. Iraq jî ji van êrîşan berpirs e. Xaka wan tên dagirkirin.”
Dayika Neam bang li Kurdan û her Kurdê xwedî şeref, rûmet û keramet dikin ku li hember êrîşên dagirkeriya Tirk û Malbata Barzanî rawestin û got: “Gelê Başûr hûn dibin qûrbanî, bax û baçeyên we dişewitin, divê hûn rabin ser xwe.”
Dayika Neam diyar kir ew ji Şengalê piştevaniya xwe ya ji bo Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê re nîşan didin û wiha pêde çû: “Her Kurd û Êzidiyeke li kû dibe bila bibe, divê destê xwe bide hev û piştevaniya gerîla bike.”