Jinên HDP'î careke din pirsîn: Gulistan Dokû li ku derê ye?

Meclîsa Jinê ya Dersimê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di roja 500'î ya windakirina xwendekara zanîngehê Gulistan Dokû de li ser Pira Dinarê daxuyaniyek da û careke din pirsa "Gulistan Dokû li ku derê ye?" pirsîn.

Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû beriya 500 rojî herî dawî li ser Pira Dinarê hatibû dîtin. Ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Meclîsa Jinê ya Dersimê ya HDP'ê li ser pirê daxuyaniyek da û careke din pirsî ku Gulistan Dokû li ku derê ye?

Hevseroka HDP'ê ya Dersimê Nûrşat Yeşîl got, "Ev der bajarekî biçûk e ku nifûsa xwe 35 hezar kes e, her dever bi kamerayê tê şopandin û serê her şexsekî polîsek dikeve. Piştî ku Gulistan Dokû winda bû, li gorî ûsûlê lêpirsîn nehate meşandin."

Nûrşat Yeşîl got, "Lêpirsîn tenê li ser fikrê xwekuştinê hate meşandin. Lê belê di asta heyî de tiştek di vê der barê de eşkere nebû. Gelek caran li cihê ku em lê ne lêgerîn hate kirin. Tevî ku noqvanan diyar kirin ku Gulistan ne di golê de ye, bi israr lêgerîn hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku 500 roj jî 1000 roj jî derbas bibe wê bipirsin ku "Gulistan Dokû li ku derê ye?" Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo aqûbeta bi serê Gulistan Dokû hatiye bi serê kesekî din neyê em ê têkoşîna xwe dewam bikin."