ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Bûyerên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re wê bêne şopandin.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir ku Rêber Apo tercîhên gelê Kurd destnîşan kiriye û got, "Eger hûn bi rengekî ji rêzê nêzî vê yekê bibin û bi taktîkên şerê taybet di şer de israr bikin, hûn ê winda bikin."
Hevseroka MED TUHAD FED'ê Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku tecrîda li ser Rêber Apo bi rengekî giran dewam dike û got, "Ji bo pêkhatina aştiyeke mayinde divê tecrîd tavilê bi dawî bibe û mafê hêviyê ji Birêz Ocalan re bê naskirin."
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.
Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan ne tenê xakek e û destnîşan kir, ku Rojava nîşaneya rûmet û azadiyê ye.
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşên dagirkeriyê li Bendava Tişrînê bûne yek û li ber xwe didin. Hevjîna şehîd Emel Hesen got, "Ez bi zarokên xwe li Tişrînê me. Ji bo parastina xaka xwe em li Tişrînê ne."
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.