Jinan darizandinên Doza Kobanê protesto kirin
Endamên Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê darizandinên di Doza Kobanê de protesto kirin.
Endamên Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê darizandinên di Doza Kobanê de protesto kirin.
Li Îzmîrê Meclîsên Jinan ên HDP û HDK’ê derbarê Doza Kobanê ya li Enqereyê xwestin li Sûka Kemeralti ya Konakê daxuyaniyê bidin. Polîsan dora qadê girtin li pêşiya SGK’ê ya nêzî qadê pêşiya jinan girt.
Polîsan bi mertalan pêşiya jinan girt û nehiştin ku xebatkarên çapemenî û medyayê dîmenan bigirin.
Hevseroka HDP’a Îzmîrê Besriye Tekgur bi polîsan re nîqaş kir û got: “Wê ev dewran rojekê vegere. Nayê qebûlkirin ku daxuyaniya çapemeniyê were qedexekirin.”
Polîsan şewb kirin behane xwestin daxuyanî li avahiya HDP’ê were kirin. Tekgur nerazîbûn nîşanî vê gotinê da û got: “Ji ber pandemiyê hûn ceza li kesên hundir dibirin lê ji me re dibêjin biçin li wir daxuyaniyê bidin. Li qada vekirî qedexe ye û li hundir serbest e. Ev mantiqeke çawa ye.”
Jin dûre bi tilîlî û sloganan ji qadê derketin.