Parlementerên HDP’ê ji bo Peymana Stenbolê meşiyan

Parlementerên HDP’ê di salvegera îmzekirina Peymana Stenbolê de li ser Rêya Îstîklalê ya Taksîmê meşiyan û gotin “Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.”

Di salvegera 10’emîn a îmzekirina Peymana Stenbolê de parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Dilşat Canbaz, Zuleyha Gulum û Oya Ersoy li Taksîma Stenbolê meşiyan. Polîsan dora meşê girtin.  Di meşê de jinan pankarta ‘Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin’ û ‘Di 4 mehên dawîn de 106 jin hatin kuştin’ hate hildan.

Meş li Qada Galatasarayê bi dawî bû û parlementeran li vir daxuyanî dan.  Parlementera HDP’ê Zuleyha Gulum diyar kir ku Peymana Stenbolê bi saya têkoşîna jinan hatiye bidestxistin û got “Peymana Stenbolê li dijî şîddet û dewleta mêran jinan diparêze. Beriya ku şîddet pêk were peyman dixwaze şîddetê li holê rake. Divê ev peyman teqez were pêkanîn. Lê îro desthilatdarî ji dêvila ku peymanê pêk bîne, dixwaze peymanê rake. Em jî diyar dikin peymana Stenbolê ya me ye û em ê tu carî dev jê bernedin. Ji bo ku ev peyman were pêkanîn, em ê li ber xwe bidin.”