Zozan Çewlik: Em ê ti carî rê nedin dagirkeriyê

Fermandara Biryargeha Navendîya YJA Starê Zozan Çewlik destnîşan kir ku wê ti carî rê nedin dagirkeriyê û got, "Ti êriş wê nikaribe me bisekinîne. Vê carê wê teqez azadî bi ser bikeve."

Fermandara Biryargeha Navendî ya YJA Starê Zozan Çewlik li ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û berxwedana gerîla ji ANF'ê re axivî.

Zozan Çewlik di destpêkê de di şexsê şehîdên meha Gulanê de şehîdên têkoşîna azadiyê bi bîr anî û gerîla û fermandarên li Zap, Avaşîn, Metîna û tevahiya Kurdistanê şer dikin, her wiha berxwedêrên li zindanan silav kir.

Zozan Çewlik anî ziman ku piştî serketina Garê, ew li bendê bûn ku dewleta Tirk ji bo jibîrkirina têkçûna xwe ya li Garê êrişên xwe yên li ser Rêberê Gelê Kurd û tevgera wan giran bike û got, "Li gorî vê yekê, me xwe ji bo wê yekê amade kir ku hêzên me yên YJA Starê bi her awayî, bi rengekî xurt û bi bandor şerê gel ê şoreşgerî bimeşînin. Ji xwe me piştre dît ku em ne şaş in; di şeva 23-24'ê Nîsanê de ku rojeke bi taybetî hatibû diyarkirin bû, li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê êrişên dagirkeriyê hatin destpêkirin."

'DIJMIN DÎT KU LI KURDISTANÊ TIRS Û MIRIN HATIYE KUŞTIN'

Fermandar Zozan Çewlik bi bîr xist ku hêzên wan ên gerîla ne tenê ji bo pêşwazîkirina êrişan û xweparastinê, di heman demê de ji bo derbên giran li dijmin bixin û encamê werbigirin bi navê Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê dest bi pêngavên şoreşgerî kirin û got, "Bi destpêkirina pêngavan re hêzên me yên gerîla bi rê û rêbazên êrişê, sûîqestê, avêtina ser kozikên dijmin û sabotajê, rê nedan dagirkeran.

Dijmin dema ku li pêşberî vê berxwedana gerîla tengav bû, serî li rêbazên qirêj da. Wezîrê Parastinê yê Tirk Hûlûsî Akar bi gotina 'teknîkeke gelekî taybet' ferman da leşkerên xwe ku li dijî gerîlayên me yên di tunelên şer de nekarîn teslîm bigirin, gazên kîmyewî bi kar bînin. Li qada Mamreşo heta roja 12'an bi pêşengiya hevalê Serhat Giravî berxwedaneke bêhempa hate nîşandan ku nehişt dijmin xwe bigihîne tunelan. Dijmin dît ku li Kurdistanê tirs û mirin hatine kuştin."

Zozan Çewlik anî ziman ku êdî her kes neçar e bikeve pozîsyonê û got, "Pêvajo xwedî taybetmendiyeke welê tund e ku yên li naverastê bimîne, ji holê radike. Ev nirxên ku şervanên wêrek afirandine, di nava gelê Kurd û jinên Kurd de veguherîne çandekê û exlaqê."

'BERXWEDANA GERÎLA JI NIFŞÊ NÛ RE DIBE MÎNAK'

Zozan Çewlik destnîşan kir ku wêrekiya 7 gerîlayan ku li dijî bi hezaran leşkerî, balafirên şer û keşfê li ber xwe dan, bûye mînak ji nifşên nû re û wiha dewam kir, "Ya rast ji sala derbasbûyî û pê ve di berxwedana Cenga Heftanînê de serdemê bi Esmer, Zelal û Rusteman lehengên xwe afirand. Piştre jî bi serketina Garê re ev ruh bi Şoreşan, bi Seyfî û Hayriyan bêhtir bêhempa bû. Niha jî bi Sarya û Rûkenan, bi Delal û Viyanan ber bi serketinê ve diçe. Nifşê nû bi çîrokên lehengiyê yên destanî mezin dibe. Ti hêz nikare vê yekê ji dil û mejiyan bibe. Divê her kes vê baş zanibe; belavkirina tirsê bi rengekî hovane kiriye ku wêrekiyeke mezin, berxwedaneke lehengî biafire. Her berxwedan tê wateya çîrokeke efsanewî ya lehengiyê. Her êriş jî xurtbûna biryara berxwedan û serketinê ye. YJA Star li ser kevneşopiyeke bi vî rengî ya berxwedan û lehengiyê ava bû."

'YJA STAR BI TAKTÎKÊN AFIRÎNER DERBÊN GIRAN LI DIJMIN DIXE'

Fermandar Zozan Çewlik destnîşan kir ku şervan û fermandarên YJA Starê di vî şerê dîrokî û stratejîk de li dijî dijmin bi taktîkên afirîner çalakiyên xurt dikin û anî ziman ku ev çalakî wê bêhtir belav bibin û her tim bên lidarxistin.

Zozan Çewlik diyar kir ku di van tatkîkan de ku gerîlatiya serdema nû bi dil, mejî û ziraviya jinê tên meşandin, ji wan a herî girîng ji teknîkê bêhtir bawerî, dilsozî û wêrekiya hevrêyên wan e. Zozan Çewlik got, "Ti teknîk nikare îradeya mirovên dilsoz têk bibe."

'ÊRIŞA HEYÎ ÊRIŞA QIRKIRINA CIVAKÊ YE, QIRKIRINA JINÊ YE'

Fermandara YJA Starê bi dewamî got, "Ya ku îro li Kurdistanê Tê kirin ne tenê operasyoneke; êrişeke dagirkeriyê ye, qirkirin e. Qirkirina civakê ye, qirkirina jinê ye. Koordînasyona me ya KJK'ê ev polîtîkayên qirkirinê yên dijmin berê pê hesiya û li dijî qirkirina jin û civakê bi navê 'dem dema parastina civakê û jiyana azad e' dest bi pêngavekê kiribû. Çalakiyên ku hêzên me yên YJA Starê îro li dijî êrişên dagirkeriyê dikin jî ji bo serxistina vê pêngavê ne. Gerîlayên me yên YJA Starê hêza herî stratejîk e ku li dijî qirkirina jin û civakê têdikoşe û wê her tim têbikoşe. Bi vê têgihişt û biryardariyê xwe ji pêşvebirina pêngavê berpirsyar dibîne. Em bi çalakiyên xweser bi rengekî çalak tevlî pêngavê dibin. Em ê çalakiyên xwe xurtir û berfirehtir bikin."

'HER KES DIVÊ JIYANA XWE LI GORÎ ŞERÊ LI DIJÎ QIRKIRINÊ BIRÊXISTIN BIKE'

Têkildarî helwesta gelê Kurd a li dijî êrişên dagirkeriyê jî Zozan Çewlik wiha axivî: "Şerê gel ê şoreşgerî divê bi her awayî bê meşandin. Di vê demê de ku kêr gihîştiye hestî, kêr hestî jî birî ye, divê her kes jiyana xwe li gorî şerê li dijî qirkirinê birêxistin bike. Bi taybetî divê jin rêxistiniya xwe ya xweparastinê xurtir bikin û li dijî tundiya mêr, artêş û dewletê karibin xwe biparêzin. Pêwîste wê rêxistinbûnê ava bikin ku karibin mafên xwe biparêzin. Ciwan jî divê bi ruhê seferberiyê tevlî pêngava bi navê 'ciwanên dibin baz' bibin û weke hêza herî çalak a civakê xwedî li nirx, rûmet û berpirsyariyên xwe derkevin."

'TI ÊRIŞ WÊ LI PÊŞIYA ME NIKARIBE BIBE ASTENG'

Di dawiya axaftina xwe de Zozan Çewlik ev biryardariya gerîla destnîşan kir: "Di vê demê de hêza bingehîn a ku li dijî konsepta tunekirinê û qirkirinê ya dijmin li ber xwe dide tevgera me ye, ku gerîlatiya modernîteya demokratîk afirandiye. Lewma di nava salê de ev êriş wê hîn bi giranî dewam bikin. Lewma divê gelê me li ber rabe û her derê bike qada şer. Roj roja xwedîderketina li rûmeta xwe ye! Em ê bi hev re Kurdistanê bikin goristana faşîzmê. Şervan û fermandarên YJA Starê wê bi dilsoziya xwe ya bi azadiyê re şer bikin û ti carî rê nedin dagirkeriyê. Ti êriş wê nikaribe me bisekinîne û vê carê wê teqez azadî bi ser bikeve."