Li Osloyê qirkirina jinan û êrişên dagirkeriyê hatin şermezarkirin

Kurdên li Osloyê tevî dostên xwe li dijî qirkirina jinê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xistin. Di çalakiyê de bang li raya giştî ya Norwêcê û cîhanê hate kirin.

Ji bo kampanya li dijî qirkirina jinê ku li asta navneteweyî dest pê kir, ji Osloyê piştgirî hate dayin.

Çalakiya ku ji aliyê Platforma Jinên Kurd a Osloyê û NCDK'ê ve hate lidarxistin bi beşdariya Kurd û Norwêciyan pêk hat. Di çalakiyê de ku li pêşiya Serokatiya Wezareta Karên Derve hate lidarxistin, êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

Aktîvîsta Hollandî Lîda Weert li qada çalakiyê axivî û bang li jinan kir ku xwedî li kampanyayê derkevin.

Weert bang li wezîr Îne Marîe Erîksen Soreîde jî kir ku ji bo rawestandina şerê li Kurdistanê û herêmê bikeve nava liv û tevgerê û got, "Dem ne dema bêdengiyê ye."

'DEM DEMA AZADIYÊ YE'

Weert bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got, "Dema dema azadiya Rêberê Gelê Kurd e. Divê hikumeta Norwêcê piştgiriyê bide aştiya li herêmê."

Bi navê Komîteya Başûr Heme Germiyanî jî axivî û êrişên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûr şermezar kir û bang li NATO'yê û hikumeta Norwêcê kir.

'DIVÊ DEST LI DEWLETA TIRK BÊ WERDAN'

Dostê Kurd, parlamenterê berê û nivîskar Erlîng Folkvord jî bang li Îne Marîe Erîksen Soreîde kir û got, "Norwêc ku endamekî Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye, dikare bi hêsanî van êrişên dagirkeriyê rawestîne. Dewleta Tirk weke partnerê NATO'yê dagirkerî kiriye û gelek komkujî pêk anî. Neteweyên Yekbûyî û NATO divê dest li vê yekê werdin."

Di çalakiyê de biryara DYE'yê ya li dijî rêveberên Kurd hate şermezarkirin û hate raighandin ku dewleta Tirk hikumetke şer e.