78 baro li Peymana Stenbolê xwedî derkevin

78 baroyan peyama, ''Me dev ji Peymana Stenbolê neqeriyaye'' da û ji bo ku AKP-MHP'ê xwe ji pişt peymanê daye alî helwest nîşan dan.

Serokê 78 baroyan di salvegera 10'an a Peymana Stenbolê de daxuyaniyeke hevpar dan.

Di daxuyaniyê de ji bo ku desthilata Tirk AKP-MHP'ê xwe ji pişt Peymana Stenbolê daye alî helwest hate nîşandan û hate gotin, ''Em bi hurmet bi raya giştî re par ve dikin ku Peymana Stenbolê sazkar e, me dev jê neqeriyaye, têkoşîna xwe ya hiqûqî em ê bidomînin.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin bi Biryarnameya Serokkomariyê ya Tirk vekişîna ji Peymana Stenbolê dijî Destûra Bingehîn a Tirk û peymanên navnetewî ye.

Serokê baroyan her wiha bang li rayedarên dewletê kirin ku biryarê bi paş ve bikişînin û gotin ,''Em bi hurmet bi raya giştî re par ve dikin ku Peymana Stenbolê sazkar e, me dev jê neqeriyaye, têkoşîna xwe ya hiqûqî em ê bidomînin.''