Jinên KNK’yî dosye dan hikumeta Elmanyayê
Jinên ku endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne ji bo sekinandina dagirkeriya dewleta Tirk li Berlînê li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê daxuyanî dan û dosyeyek pêşkêş kirin.
Jinên ku endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ne ji bo sekinandina dagirkeriya dewleta Tirk li Berlînê li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê daxuyanî dan û dosyeyek pêşkêş kirin.
Jinên ku endamên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li pêşiya Wezareta Karê Derve ya Elmanyayê hatin ba hev û bal kişandin ser êrîşên dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Dewleta Tirk ji 23’ê Nîsanê û vir ve êrişî herêmên Avaşîn, Metîna û Zapê dike.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Ev operasyonên leşkerî tê wateya qirkirina li ser Kurdan. Di salvegera Qirkirina Ermenan de a ku 1,5 milyon hatibûn qirkirin, ev êrîşên dagirker hate destpêkirin. Em dibînin ku ev şerê li dijî gelê me ye.
Di 23’ê Nîsanê de Serokê DYE Bîden û Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan li hev rûniştin û gelekî diyar e ku Erdogan ji bo ku êrîşî Kurdan bike destûr stendiye.
Dema ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de beşeke zêde ya Sûriye û Iraqê desteser kir, ne NATO û ne jî DYE gel û jinên li Kurdistanê neparast.”
Jinên KNK’yî diyar kirin ku dewleta Tirk di serî de li ser jinên Kurd ji bo hemû jinan bûye gef.
Jinan di daxuyaniyê de gotin “Polîtîkaya dagirkeriyê ya dewleta Tirk rêgezên NATO’yê bin pê dike. Em bang li welatên endamên NATO’yê dikin ku bila mudaxele bikin.”