Jinên Kurd ên li Saratovê li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabûn

Jinên Kurd ên li navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla şermezar kirin û bang li gelê Kurd kirin ku li her cihî li ber dagirkeriya dewleta Tirk rabin.

Jinên Kurd ên li gundê Lobkî yê navçeya Yerşovê ya herêma Saratovê ya Rûsyayê, bi daxuyaniyekê li ber polîtîkayên înkar û tunekirinê yên dewleta Tirk rabûn.

Di daxuyaniyê de operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin şermezarkirin û xwedî li berxwedana gerîla hate derketin.

Endama Meclîsa Kurd a Yerşovê Madîna Xamîdova bi navê jinan axivî û diyar kir ku jin û ciwanên Kurd hêza pêşeng a Tevgera Azadiyê ya Kurd e û li her qadê bi rola pêşengiyê radibin.

Xamîdova anî ziman ku gerîlayên Kurd li dijî artêşa dewleta Tirk a faşîst her tim serketî bûye û wê ji niha û pê ve jî her bi ser bikeve.

Di daxuyaniyê de bêdengiya raya giştî ya cîhanê ya li hemberî êrişan hate bibîrxistin û bang li gelê Kurd hate kirin ku li her derê li ber êrişên dewleta Tirk a dagirker rabin.