BI DÎMEN

Kasim Firat: Rojava nîşaneya rûmetê ye

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat diyar kir ku Rojava ji bo Kurdan ne tenê xakek e û destnîşan kir, ku Rojava nîşaneya rûmet û azadiyê ye.

MEHMET KASIM FIRAT

Serokê Komeleya Şêx Seîd Mehmet Kasim Firat got, "Rojava ji bo me taybet e" û diyar kir ku di vê dema krîtîk de divê Kurd li hev kom bibin, ji bo vê firsenda dîrokî ji dest bernedin bibin yek û têbikoşin.

Mehmet Kasim Firat ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku piştî berxwedan, sirgûn û berdêlên bi sedan salan niha cîhan di şexsê Rojava de rastî û hêza gelê Kurd a li herêmê qebûl dike û ev firsenda dîrokî careke din bi dest nakeve. Kasim Firat destnîşan kir ku li Rojava ji bo gelê Kurd demeke dîrokî heye, sedsala derbasbûyî gelê Kurd bi pêşengiya Şêx Seîd û hevalên wî ji bo parastina hebûnê têkoşîneke mezin da destpêkirin, berdêlên giran da. Firat got, "Dewleta Tirk sala 1924'an destûreke nû ya bingehî çêkir, hebûn, ziman, çanda Kurdan, yanî her tiştên Kurdan tine hesiband. Gelê Kurd ev yek qebûl nekir. Şêx Seîd û hevalên wî li hemberî vê yekê dest bi têkoşînê kirin û gotin, 'Em Kurd in, miletekî cuda ne. Ev der xaka me ye. Em neçar in li xaka xwe bi nirxên xwe bijîn. Çandeke me ya xweser û cuda heye. Ev yek hem ji aliyê olî ve hem jî ji aliyê mirovî ve mafên me ne'. Berxwedana ku wê rojê destpê kir li gel berdêlên giran 100 salî dewam kir. Bi milyonan Kurd ji cih û warê xwe bûn, komkujî hatin kirin. Tenê sedemeke vê berdêlê hebû, ew jî jiyaneke bi rûmet bû. Kurdên li Rojava îro ji bo hebûn û rûmeta xwe li ber xwe didin."

'DIVÊ KURD HEMÛ HÊZÊ BIDIN ROJAVA'

Firat diyar kir ku cîhanê di halê hazir de fêhm kiriye ku bêyî gelê Kurd li Rojhilata Navîn gavek nikare bê avêtin, jiyaneke nû nikare bê avakirin, lê belê pirsa girîng ew e ku Kurd wê vê çawa binirxînin û got, "Melayê Cizîrî gotibû, Eger carekê firsendek di jiyana mirov de bi dest ket, divê mirov bi kar bîne. Sûdê jê werbigire. Ji ber ku eger bê taloqkirin, zehmet e ku ev firsend careke din bi dest bikeve'. Gelê Kurd weke ku Melayê Cizîrî işaret pê kir, divê vê firsendê ji dest bernede. Divê Kurd bibin yek, li dora hesabekî bibin yek. Li dora rewabûna xwe, bi hevsengiyên cîhanê û li ser bingeha hevkariya bi gelan re tifaqa xwe bikin. Kurd hemû divê li dora Rojava tifaqê ava bikin. Ev tifaq ne tenê pêwîstî ye, di heman demê de mecbûrî ye. Rojava nuqteyeke gelekî hesas e. Divê em hemû berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Wezîfeyeke me hemûyan heye; ew jî xurtkirina Rojava ye."

KURD NE DIJMINÊ KESÎ YE

Firat ragihand ku gelê Kurd îro ji bo man û nemanê têdikoşin û got, "Bêguman ya maqûl ew e ku li heman cografyayê, bi cihêrengiyan re jiyaneke bi hev re û aram bê avakirin. Bêyî ku ji rûmet û xweseriya xwe tawîzê bide, bêyî ku kesî bişibîne xwe, divê em vê jiyanê ava bikin. Divê yekbûneke demokratîk hebe. Li Rojava jî ev tê kirin. Rojava nîşan dide ku pêkane bi cihêrengiyê jiyanek bê avakirin. Heta ku li Rojava maf û hiqûqa Kurdan hate naskirin bi gelên din re jî jiyan dibe. Divê mafên Kurdan bêne naskirin û ewlekirin. Dijminatiya Kurdan li neteweyeke cuda nîne. Wezîfeya me ew e ku ji bo misogerkirina mafên Kurdan em Rojava xurt bikin."

DIVÊ ROJAVA BERIYA HER TIŞTÎ BE

Firat got, "Meseleya Rojava beriya her tiştî ye. Rojava meseleya sereke ya gelê Kurd e" û bi dewamî got, "Eger em di vê sedsalê de li Rojava statuyekê bi dest nexin wê meseleya Kurd li demeke gelekî dirêj belav bibe û bibe meseleyek ku çareseriya wê zehmet be. Divê her Kurdek hesabên xwe yên îdeolojîk, partî, rêxistinî yan jî şexsî bidin aliyekî û Rojava biparêzin. Ev yek ji hesabên madî wêdetir meseleyek e. Bi sedan sal in Kurd li çar parçeyan şehîd bûne, zor û zehmetî kişandine. Berjewendiyên şexsî, rêxistinî û partiyê li pêşiya Rojava divê nebin asteng. Rojava hesasiyeta me ya taybet e. Her kes divê bi vê berpirsyarî û wezîfeyê zanibe. Di mijara Rojava de divê em serbilind bin û bi hev re bin. Divê haya me ji hêza me hebe. Em li ku dibin bila bibin, Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Divê ev yek bibe xeta sor a gelê Kurd. Em gelê vê xakê ne. Xwedî dîrokeke ji hezaran salî ye. Me ev xak dagir nekir. Lewma serê me bilind e. Divê em biryardariya xwe nîşanî cîhanê bidin. Kurd li Sûriyeyê jî aktor in. Divê em vê bibînin."