Parlementerên jin ên HDP’ê li Amedê xwedî li Peymana Stenbolê derketin

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran li pêşiya Birca Keçiyê ya li Amedê diyar kir ku ew ê xwedî li Peymana Stenbolê û berxwedana jinan derkevin.

Parlamenterên HDP’ê yên jin bi boneya salvegera 10’emîn a îmzekirina Peymana Stenbolê, li Deriyê Mêrdînê çûn ser sûrên Amedê û pankartek navê jinên hatine qetilkirin lê nivîsandî daliqandin. Jin piştre daketin û li ber sûran daxuyanî dan. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başarn, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenterên HDP’ê Semra Guzel, Dêrsim Dag, Remziye Tosûn û Nûran Îmîr beşdarî daxuyaniyê bûn. 

Acar Başaran daxuyanî da û destnîşan kir ku jinan gotina xwe ya dawî negotiye û peyman di pratîkê de ye û wiha got: “Em dev ji Peymana Stenbolê bernedin. Ev mesele nayê jibîrkirin. Em ê Peymana Stenbolê biparêzin. Em jiyana xwe diparêzin. Em pêşeroja xwe diparêzin. Îro çalakiyên me li Amed û Stenbolê ne. Serokê AKP’ê Erdogan nikare li ser navê jinan biaxive û biryaran bigire. Em jin wê biryarên xwe bigirin. Heta ku jin nebêjin me vê biryarê girt, ev Peyman di rojevê de ye. Em ê tu carî dev ji vê Peymanê û sekna xwe jî bernedin.”