Hevşaredarên Akdenîzê hatin binçavkirin

Polîsan bi ser mala hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclîsê de girtin. Hevşaredar hatin binçavkirin.

Hevşaredarên Navçeya Akdenîz a Mêrsînê yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Oruç di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin. Sedema binçavkirina hevşaredar û endamên meclîsê nehat zanîn. Polîsan, avahiya şaredaryê bi bariyeran dorpêç kirin.

Rêxistina bajar bang li tevahiya gel kir ku li dijî hewldana tayînkirina qeyûm, saet di 10.00’an de beşdarî daxuyaniya li pêşiya şaredariyê bibin.

DEM Partiyê têkildarê mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin, “Desthilatdariya AKP’ê dev ji pratîkên xwe yên darbekar ên li dijî îradeya gel bernade. Di saetên serê sibehê de Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Aslan û 4 endamên me yên Meclîsa Şaredariyê hatin binçavkirin. Mîna demên berê, careke din şaredariya gel bi merîfeta hêzên ewlekariyê hatin dorpêçkirin, ketin û derketina şaredariyê hatin astengkirin. Tê gotin ku lêpirsîna weke hinceta binçavkirin û qeyûm hatiye nîşandan, di sala 2024’an de hatiye vekirin. Em baş dizanin ku ev pratîk tevek, pratîkên desthilatdariyê yên darbekar ên li dijî îradeya gel in. Desthilatdarê ku li hundir û derve dijminatiya Kurdan dike, tehemûla îradeya wan nake. Lê çi bike jî mehkûm e ku têkçûneke mezin bixwe. Em ê li her derê li dijî vê feraseta qeyûmperest bisekinin û îradeya gelê xwe biparêzin.”